Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan 2024-02-03 10:57:22   AGIRÎ - Baskê Meşa Mezin a Azadiyê yê Qersê li Bazîdê bi awayekî bi coş hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan wiha got: “Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan.”   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Welatiyên di baskê meşê yê Qersê de di saetên serê sibê ji Îdirê derketin û bi çepik tilîliyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. Welatiyên ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, li navenda navçeyê meşiyan. Piştî meşa 3 kîlometreyan civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bimre koletî, bijî azadî” hatin berzkirin. Dikandarên li ser cadeyên ku meş tê re derbas bû ji dikanên xwe derketin û piştgiriya dan meşvanan.    ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan ê di daxuyaniya çapemeniyê ya pişt re hate dayîn de axivî, wiha got: “Ev bajêr, bajêrekî qedîm û berxwedêr e. Ehmedê Xanî got ku divê em bibin yek. Îro bi milyonan kurd bi hev re têdikoşin. Meşa azadiyê ya îro me daye destpêkirin ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd e. Bi tecrîdê re li her derê welat hilweşînek çêbû. Em vê tecrîdê qebûl nakin û dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe.”   ‘EV MEŞ DÊ SERBIKEVE’     Olan, diyar kir ku di şerê 40 sal in didome de her cure neheqî li kurdan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Kurd we qir kirin, avêtin bîrên asîdê lê we nekarîn xelas bikin. Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan. Gelê kurd heqîqet bi xwe ye. Ev meş meşeke dirêj e û dê serbikeve. Bila herkes bizane ku dê tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk dê were çareserkirin.”   SERDANA TURBEYA EHMEDÊ XANÎ KIRIN    Meşvanan pişt re serdana turbeya fîlozofê kurd Ehmedê Xanî kirin. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mahmût Taniş ê li vir axivî, bal kişand ser têkoşîna jiyanê ya Xanî. Taniş, bi bîr xist ku Xanî li cem gelên mezlûm bû û wiha got: “Li dijî zilmê her tim têkoşiya. Di nava têkoşîna gelê kurd de girt. Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû. Bû yek ji pêşengên medreseyên kurdî yên ji bo kurdan cihekî girîng digire. Ji bo zarokên kurdan Nûbihar nivîsand. Şêx Ehmedê Xanî di heman demê de filozof bû û aşiqê azadiyê bû. Kurd ji bo Ehmedê Xanî her tişt bûn. Heke rojekê kurd azad bibin divê ew azadî li vir were îlankirin. Şêx Ehmedê Xanî ji bo me pêşengek e û nîşaneya yekîtiyê ye.”   Meşvan piştî daxuyaniyê derbasî navçeya Giyadîn a Agiriyê bû.