Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin 2024-02-03 10:43:29   AMED - Meşvanê Meşa Mezin parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn belavî Tirkiyeyê bûye û anî ziman ku divê herkes li dijî vê rabe ser piyan.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de ji du baskan hate destpêkirin didome. Meşvanên di baskê meşê yê Wanê de tevî şertên hewayê yên neyînî jî li her navçe û navenda diçinê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Meşvanên çûn navçeyên Payîzava û Elbak ên Wanê navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê, girîngiya azadiya Ocalan a ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vegotin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Zekî Îrmez, girîngiya çalakiyê û li cihên diçinê çawa tên pêşwazîkirin vegotin.    Îrmez, bal kişand ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê pêkanîn kete meha 35’emîn û ev rewşa li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin şer kûrtir dike û got: “Ji ber vê yekê divê tecrîd demildest bê rakirin. Îrmez, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek çalakî û aktîvîte tên kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û li Tirkiyeyê deriyê aştî û demokrasiyê bê vekirin divê birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku kengî bi birêz Ocalan re axaftinek hatibe kirin, pêvajoyeke çareseriyê hatibe destpêkirin gelan bêhneke rehet wergirtine. Me dît ku bi rastî jî hawîrdora aştî, demokrasî û azadiyê pêk tê.”   POLÎTÎKAYÊN ŞER Û ÎNKARÊ NIKARE WERE DOMANDIN   Îrmez, bi lêv kir ku ji ber desthilata AKP’ê û MHP’ê kurdan û siyaseta wan tasfiye bike pergala tecrîda Mûtleq li Îmraliyê xist meriyetê û got: “Konsepteke tasfiyeye ya bi salane tê sepandin heye. Hate dîtin ku gelê kurd bi zext, tundî û konsepta şer bi tu awayî nikare were tasfiyekirin. Em helwest, biryardariya wî ya zelal li qadan dibînin.” Îrmez, anî ziman ku bi şer, îmha û înkarê nikarin bikevin vê sedsalê û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan zêdetirî du mehan e çalakiya greva birçîbûnê heye. Dayikên aştiyê ji bo ku mirin çênebin aştî û demokrasiyê qîr dikin û Nobeta Edaletê digirin. Me jî ji bo ku tecrîda mutleq a li ser Ocalan were rakirin bi 1’ê sibatê ve dest bi ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ kir. Em bi biryar û bicoş in.”   Îrmez, da zanîn ku li her derê bi awayekî bicoş tên pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Em mal bi mal tax bi tax civînan digirin. Em meşên xwe bi esnafan re pêk tînin. Coşeke zêde heye. Ev dê heta 15’ê sibatê berdewam bike. Her welatiyê em pê re diaxivin aştî û demokrasiyê tîne ziman. Welatî diyar dikin ku bi konsepta şer, zext û tundiyê pirsgirêka kurd nikare were çareserkirin. Em dibêjin êdî bes e û divê herkes bi awayekî rabe ser piyan.”    TECRÎD BELAVÎ TIRKIYEYÊ BÛ   Îrmez, got ku gelê kurd dibêje “muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Ocalan e” û wiha lê zêde kir: “Heke ev çareserî pêk were, encax bi birêz Ocalan re dikare pêk were. Ne hewceye mirov biçe deriyên cuda û kes û muxatabên cuda bigere. Yek ji xala herî girîng ku gelê kurd diyar dike ev e. Tecrîda li ser birêz Ocalan belavî Tirkiyeyê bû. Civaka Tirkiyeyê hemû di bin tecrîdê de ye. Heke edalet, hiqûq û demokrasî nemabin, azadî û aborî têk çûbin ev yek girêdayî tecrîdê ye.”   ‘HETA KU AZADÎ PÊK WERE…”   Îrmez, anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan û bi çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye demokratîk bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke niha tevgera siyasî ya kurd û gelê kurd bi rêxistin be, aştî û demokrasiyê qîr bike ji bo rakirina tecrîdê li qadan be ev tê wateya ku komplo hatiye pûçkirin. Heke gelên cîhanê niha paradigmaya birêz Ocalan nîqaş bike, heke ciwan, jin û karker nîqaş bikin ku ev paradîgma ji bo herkesê ya herî guncav e, ev nîşaneya pûçkirina komployê ye. Em dibêjin ku ji bo mirovahiyê ya herî guncav, aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan e.”   MA / Rûkiye Adiguzel