ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN 2024-02-03 09:00:11 * Li Wanê ciwanên DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet nobedê digirin. Ji Meclisa Ciwanan Abdullah Gurkan bal kişand ser têkoşîna li dijî tiryak û fihûşê.   * Rêveberên ESP'ê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan wiha gotin ku "Kesê aştiyê bîne Ocalan e" û ji bo "Meşa Azadiyê ya Mezin" jî banga xwedîderketinê kirin.    * Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê anî ziman ku li Îmraliyê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Yoleriyê destnîşan kir ku divê CPT biçe Îmraliyê û got: "Me ji CPT'yê xwest ku li dijî bêhiqûqî û tecrîda giran ku tê meşandin mueyîdeyan bisepîne û zorê bide hikûmetê."    * Endamê Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Parêzer Ûmît Savaşan diyar kir ku awayê herî giran ên polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan astengkirina pêwendîdanînê ye û got: "Heta nepêwendîdanîna mutleq ji holê ranebe dê tecrîd neyê parçekirin."    * Ji Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku koçberiya li bajarên ji erdhejê bandor bûne berdewam dike û got ku divê rêxistinên sivîl li dijî vê rewşê polîtîkayên çareseriyê hilberînin.   * Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî, li Semsûrö pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê hê nehatiyê çareserkirin. Li Semsûrê ku hê xebatên rakirina xirbeyan bi dawî nebûne, mexdûrên erdhejê ev salek e di nava xirbeyên ku xizmên xwe lê winda kirine hewl didin jiyana xwe bidomînin.   * "Meşa Mezin a Azadiyê" ya li Qers û Wanê hatiye destpêkirin, dê di roja 3'yemîn de berdewam bike. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. (11.00-17.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 984'emîn a her hefteyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsîn û daxwaza faîlên wan bê darizandin dê li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan li Amed, Colemêrg û Êlihê bi daxwaza "Winda werin dîtin, faîl werin darizandin" dê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Li Îzmîr, Enqere û Stenbolê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş, daxuyanî werin lidarxistin. (13.00-13.30)