Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da 2024-02-02 19:30:38   AYDIN - Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Alî Ûmay, jiyana xwe ji dest da.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Aydinê Alî Ûmay (67) jiyana xwe ji dest da. Ûmay ê ku li navçeya Efeler a Aydinê bi tena serê xwe dima, gava malbata wî xw enegihandinê haya polîsan bi rewşê xistin. Polîs gava çûn malê, Ûmay bi awayekî mirî dîtin. Cenazeyê Ûmay, dê bi şev ber bi warê wî Dêrsimê ve bê birêkirin. Hat hînkirin ku Ûmay demeke dirêj ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat dermankirin.