Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn 2024-02-02 16:01:05   MÊRDÎN - Artêşa tirk li çoltarê Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Piştî operasyonê, 5 gundên li derdorê weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hatin ragihandin.    Artêşa tirk îro di danê sibehê de bi alîkariya hêzên hewayî li dijî çoltarê Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê operasyon dabû destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê piştî operasyonê 5 gund ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihand.    Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku divê tu kes “bêyî destûr” nekeve gundên Awşe, Bahmînin, Hibab, Yol û Şekrînê.