Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin 2024-02-02 13:14:35 COLEMÊRG - Di “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Geverê berdewam dike de banga “Deriyên Îmraliyê vekin” hate kirin.  Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, duh li Wan û Qersê “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Baskê meşê yê Wanê îro li Colemêrgê ye. Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tê, piştî navçeya Şemzînanê derbasî navçeya Geverê bûn.   DIRÛŞMA ‘BIMIRE KOLETÎ’     Meşvanên di ketina navçeyê de ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, heta avahiya partiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Ji tecrîdê re, berî her tiştî aştî” û “Bimre koletî, bijî azadî” hate berzkirin. Welatiyekî 70 salî jî bi gopalê xwe tev li meşê bû. Kesên li derdorê eleqeyeke zêde nîşanî meşvanan dan.    Meşvanan, li avahiya partiyê civîna gel li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, wiha got: “Em bi biryar in, em ê bi vê meşa xwe tecrîda li Îmraliyê rakin.”     ‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Gever her tim xwedî li partiya xwe û serokatiya xwe derket, îro jî xwedî derdikeve. Hêzên emperyalîst li 4 parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn her tim mirin, komkujî û talan ji gelan re rewa dît. Hewl didin pirsgirêka kurd, tecrîda li ser birêz Ocalan û sozên wî yên ji bo jiyaneke nû bidin ji bîr kirin.”   Bayindir, da zanîn ku di pêvajoyeke zor de meş dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Meşa me ji bo gelê kurd û gelên din ên azadiyê dixwazin e. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, azadiya birêz Ocalan pêk neyê dê ev şer her tim berdewam bike. Pirsgirêka kurd dê teqez bi muxatabên wî re were çareserkirin. Muxatab jî birêz Ocalan e. Ne kesekî din e. Ew jî dûr nîne, li Îmraliyê ye. Deriyên Îmraliyê vekin.”   Bayindir ê gotina wî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn ev tişt gotin: “Êdî bes e, kes bi zilm, talan û mirinê nekariye çok deyne. Nekariye serê xwe bitewîne. Ev rê rêya çareseriyê ye, rêya aştiyeke birûmet e. Rêya azadiyeke birûmet e. Ez ji ber vê bang li gelê me dikim; em xwedî li vê aştî û azadiya birûmet derkevin.”   ‘EV MEŞ MEŞEKE PÎROZ E’    Namzetê Hevşaredariyê yê Geverê Şoreş Dîrî bal kişand ku heta tecrîd radibe dê li ser piyan bin û wiha got: “Em ê bi hev re vê tecrîdê rakin. Îro ne tenê Îmrali, bajarên me jî di bin tecrîdê de ne. Meşa Azadiyê dê bigihe armanca xwe.”   Namzeta Hevşaredariyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul jî wiha got: “Ev meş meşeke pîroz e. Divê hemû gelê me tev li vê meşê bibe. Êdî bes e, hemû gelên li Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ne. Gel aştiyê dixwazin.”   Hevserokên DEM Partiyê yên Geverê Ercan Sevmez û Fîlîz Saygi jî meşvan silav kirin.    Dayika Aştiyê ya Geverê Gulbeyaz Mihçî jî xwest ku hemû gel li dijî tecrîda girankirî dengê xwe derxînin.   Piştî axaftinan li avahiya partiyê “govenda azadiyê” hate gerandin.