Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan 2024-02-02 13:01:34   ENQERE - CHP’ê ji bo Can Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin, serî li AYM’ê da.    CHP’ê ji bo betalkirina parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    AYM’ê derbarê Atalay de du caran biryara binpêkirinê dabû û Dadgeha Bilind ev biryar nasnekiribûn.    Meclis di bin serokatiya Serokwekîl Bekîr Bozdag de kom bûbû û parlamenteriya Atalay betal kiribû.