Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin 2024-02-02 11:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Konsolosxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê paşveçûyîna azadiya çapemeniyê ya Herêma Kurdistanê ya bi zext û girtinên li dijî rojnamevanan rexne kir û got ev rewş nayê qebûl kirin.    Ji edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 101 roj in tu agahî nayên girtin. Ev mînak û zext û girtinên li dijî rojnamevanan ên li Herêma Kurdistana Federe Konsolosxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê jî aciz kir.    Rayedarên konsolosxaneyê yên li dijî rewşa heyî dengê xwe derxistin, ji malpera xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyek weşandin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê paşveçûyîna azadiya çapemeniyê qebûl nake. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo qada xebatên çapemeniyê berfireh bike bi hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî bi hev re dixebite. Di heman demê de ji bo pêşveçûyîna xebatên rojnamevanan firsendan diafirîne.”