Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin 2024-02-02 09:02:23   AMED - Di ser erdhejan re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de girîngiya platformên sivîl zêdetir derket holê. Ji Maseya Krîzê ya ku wê demê xwe gihand 250 hezar mexdûrên erdhejê Abdussamed Ûcaman got: "Eger ji me re bihiştana, me dikarîbû li bajarên derdorê jî ev pergal bimeşanda."   Di ser erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 re ku di 6'ê Sibata 2023'yan de li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, salek derbas bû. Ji bajarên ku bandor ji erdhejê girtin yek jê jî Amed bû. Li gorî daneyên fermî li Amedê 22 avahî hilweşiyan. Di avahiyên hilweşiyan de 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn. Wekî herêmên din ên erdhejê, li vir jî saziyên pêwendîdar ên dewletê têk çûn. Yên ku birînên bajêr cebirandin, saziyên sivîl bûn.    Piştî erdhejê di demeke kurt de 84 saziyên sivîl ên di çarçoveya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê de ji bo pêdiviyên lezgîn ên wekî stargeh, xwarin, paqijî û makîneyên kar zend û bend badan. Rêxistinên sivîl ên wekî hemû odeyên TMMOB'ê, sendîkayên girêdayî KESK'ê, komeleyên ekolojiyê, rêxistinên rojnamevanî, tibî û odeyên bazirganiyê ewil hewcedarî tespît kirin. Dû re bi tîmên hatin avakirin alîkariya mexdûrên erdhejê hat kirin. Piştî demekê tora hevgirtinê ya navborî berê xwe da Mereş û Semsûrê û alîkariya mexdûrên erdhejê kir.    Endamê Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB'ê Abdussamed Ûcaman ku di nava koordînasyona wê demê de cih girt, pêvajoya erdhejê nirxand.    Ûcaman bal kişand ku şaredariya bajêr 8 sal in di bin rêveberiya qeyûman de ye û got ku ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, aktorên ku dê der barê bajêr de biryarê bidin ne di nava mekanîzmaya biryardayînê de ne.    Ûcaman bi bîr xist ku wan platformeke ku ji pirsgirêkên bajêr re bibe bersiv ava kiriye û di dema erdhejê de jî vê platformê kedeke mezin daye. Ûcaman got: "Piştî erdhejê me maseya krîzê amade kir. Piştî erdhejê me civîna ewil li dar xist. Li bajêr alozî derket. Pêşî li ser kêmbûna qadên kombûnê gengeşî hatin kirin. Bi vî awayî me kir ku wesayît karibin biçin bên. Her wiha me di cî de makîneyên ku bên bikaranîn tespît kirin û me berê xwe da kavilan."    'ME ALÎKARIYA 250 HEZAR MEXDÛRAN KIR'   Ûcaman bilêv kir ku di dema erdhejê de alîkarî gihandine 250 hezar mexdûrên erdhejê û wiha got: "Hevalên me çûn herêmê. Piştî demekê panika gel kêm bû. Di wê serdemê de desthilata heya sê rojên ewil tune bû. Paşê gav bi gav dest bi astengkirina van xebatan kir. Herî dawî dest bi astengkirina xwarin û alîkariyên ku me ji bo mexdûran berhev kiribûn kirin. Tenê me di warê teknîkî d enikaribû mudaxilî kavilan bike, lê em heya roja dawî xebitîn."    'GER JI ME RE BIHIŞTANA...'   Ûcaman anî ziman ku di dema erdhejê de li bajarên ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin zehmetiyên xebatê bi zelalî rû dane û wiha got: "Girîngiya biryargirtinê ya di rêveberiya karesatê de derket holê." Ucaman bal kişand ku hişyariyên ku piştî erdhejê kirine, li ber çavan nayên girtin û wiha got: "Li qiraxa Çemê Dîcleyê ku di bin xeteriya lehiyê de ye, konebajar çêkirin. Me ew hişyar kirin û xwest konan li nêzî nexxweşxaneyan deynin. Lê guh nedan me. Piştî 3 rojan, kon di bin avê de man. Ger ji me re bihiştana me yê pergaleke ku mirov karibin xwe bi xwe rêve bibin ava bikira. Me yê karibûya vê pergalê li bajarên derve jî pêk bianiya."    Ûcaman diyar kir ku piştî erdhejê soz nehatine dayîn û wiha axivî: "Li vî bajarî pêdiviya zêdetirî 10 hezra mirovî a ji bo xaniyan nehat dabînkirin. Ji sozên ku hatin dayîn jî tu tişt bi cih nehat. Malên ku mirova karibin bi ewlehî lê bijîn pêwîst e. Divê desthilat hemû pêdiviyan bi cih bîne. Lê dîsa jî çavê wê li bêrîkên mexdûran e. Dibêje ‘min ev qas daye, tu yê mayî jî bidî’, ‘Hûn ê li cihekî bijîn. Wekî din, ne li wir'. EM ê vê yekê bişopînin."   BERNAMEYA KOMELEYÊ   Ûcaman bal kişand ku wan Komeleya Îdareya Afetê û Piştevaniyê ava kiriye û wiha dewam kir: "Tenê bi rêveberiya desthilatê hûn nikarin xwe biparêzin. Platform dê di pêşerojê de li ser vê yekê tevbigere. Em ê bi tecrûbeya xwe ya di dema erdhejê de xebatên ku em ê çawa mudaxileyî karesatên muhtemel bikin bixebitin. Destpêka pirsgirêkan ji pêvajoya avakirinê dest pê dike. Her wiha em ê hewl bidin ku çareseriyan peyda bikin ka gel çawa dikare bi lez û bez bigihêje hewcedariyên xwe yên tenduristiyê."   MA / Şîlan Çîl