Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin 2024-02-02 09:01:10   AMED - Li Pasûrê ku ji derve gelek dengdêr li ser hatine tomarkirin, gel got: "Dê hilbijêrên wan nikaribin qeyûman rizgar bikin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê."    AKP ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li bakurê Kurdistanê bi ser bikeve, leşker, polîs, cerdevan û karmendan li bajar û navçeyan bi cih dike. Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ku ji derve dengdêr li ser hatine tomarkirin navçeya Pasûr a Amedê ye. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li navçeya Pasûrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 8 hezar û 866 deng û AKP’ê jî 7 hezar û 109 deng girtibûn. AKP'a ku ji ber hezar û 757 dengan şaredariyê bi dest nexist, ji hilbijartinên giştî yê 14'ê Gulana 2023'yan heya niha ji derve 2 hezar û 970 hilbijêr li ser navçeyê tomar kirine.    Îtirazên ji bo vê nelirêtiyê hatin redkirin. Şêniyên Pasûrê gotin: "Dê hilbijêrên wan nikaribin qeyûman rizgar bikin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê.   ‘DÊ BERSIV BÊ DAYÎN'   Ji welatiyan Farûk Altûn diyar kir ku AKP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve di bin navê ewlehiyê de leşker û polîsan tîne navçeyê. Altûn, bal kişand ser pêkanînên qeyûm û wiha got: “Gelê Pasûrê mirovên rêxistinbûyî û hişyar in, vê kirinê qebûl nakin. Kî bi ser bikeve bila bikeve, lê bila Pasûr bi vîna xwe bi ser bikeve, ne bi dengdêrên ji derve tên veguhastin. Lê tu gumana me tune ku gelê Pasûrê dê şaredariya xwe bi vîna xwe ji qeyûman bigire. Em ê li ser sindoqan nîşan bidin ku wan bi hilbijêrên gerok re karekî baş nekiriye. Em ê qeyûman ji vir bişînin."    ‘DENGÊN DERVE NIKARIBIN WAN RIZGAR BIKIN'   Yucel Çete jî anî ziman ku armanca wan a bi dengdêr mesele berdewamkirina zîhniyeta qeyûm e. Çete got: “Gelê Pasûrê wê tu carî destûrê nede vê yekê em bi biryar in ku wê bi awayekî herî baş bersiva pêwîst bidin. Ya ku hatiye kirin bi awayekî eşkere desteserkirina vînê ye. Serketina bi bi dngdêrên ji derve, ne serketin e, darbe ye."   Vahdettîn Ateş diyar kir ku ew ê dengdêrên ji derve anîne pûç bikin û got: “Bi tu awayî bi ser nakevin. Ji ber ku qeyûm tayîn kirine yan jî bi dengdêrên ji derve hatine bi ser ketine, ez tu ferqê nabînim. Divê gelê me li hemberî tiştên tên kirin û neheqiyê hestiyar be. Zilma ku tê kirin eşkere ye. Welatiyên me yên li derve wek karker dixebitin, bila werin dengê xwe bidin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê."    Namzetê Hevşaredariya Pasûrê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûrat Îpek jî diyar kir ku gelê Pasûrê tevî hemû zextan her tim xwedî li vîna xwe derketiye û got ku ger desthilat ji derve 2 hezar dengdêr hatibin, dê Pasûrî bi 5 hezar dengdan bersiva wê bidin.