Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin 2024-02-01 11:55:57 QERS - “Meşa Mezin a Azadiyê” li Qersê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang kir û wiha got: “Werin em bi hev re deriyê muzakereyê vekin. Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin.”  Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li du navenda “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Piştî Wanê, li Qersê jî starta meşê hate dayîn.    Meş dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û beriya meşê li hotêleke bajar daxuyanî hate dayîn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.    CANPOLAT: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE    Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan metna hevpar da daxuyaniyê xwend. Piştî xwendina metna hevpar, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat axivî û wiha got: “Ev demekî dirêj e em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Divê birêz Ocalan bi parêzer, malbat û civakê re bê gel hev. Birêz Ocalan digot; ‘Ez dikarim di hefteyekê de şer bi dawî bikim.’ Lewma divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Li welêt xitîmîneke mezin heye ku sedema wê pirsgirêka kurd e. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd jî rakirina tecrîdê ye. Aştî ji bo her kesî lazim e. Divê em bibêjin ‘êdî bes e’ û tecrîdê bişikînin.”    ERCAN: HEMÛ LOQME Û DUAYÊN ME JI BO AŞTIYÊ NE    Sekretera Rêxistinkirinê ya Navenda Giştî ya DAD’ê Şukriye Ercan jî wiha got: “Em ê îro duayên xwe, loqmeyên xwe ji bo aştî û xwişk-biratî aj bide bikin. Em ê îro duayên xwe ji bo aştiyê û li dijî tecrîdê bikin. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li meşê derkevn. Aştî û ev meş ji bo me elewiyan pir girîng in.”   KUDAY: HEMÛ KES TÊ TECRÎDKIRIN   Hevsreokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî got ku zêdetirî 25 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîd heye û ew vê tecrîdê qebûl nakin. Kuday, diyar kir ku tecrîd tê wateya komkujî, mirin û şewitandina daristanan û ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dikin.    TANIŞ: BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN    Ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mahmût Taniş jî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku ew naxwazin careke din ji girtîgehan cenaze derkevin.   HATÎMOGÛLLARI: PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATÛYÊ YE    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya vê meşê, rakirina tecrîdê, afirandina derfetên azadiyê yên ji bo birêz Ocalan û çareserkirina pirsgsirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Gelê kurd tevî ewqas bedelên giran jî di her firsendê de destê aştiyê dirêj kir. Lê îktîdara heyî her tim bi tank, top, SÎHA û ÎHA’yan bersiv da. Me îro li Qersê dest bi meşê kir ku ev yek xwedî wateyeke girîng e. Qers, bajareke ku gelek netewe û baweriyên cuda lê dijîn.    Pirsgirêka kurd, pirsgirêka statûyê ye. Îktîdar, ji bo parastina îktîdara xwe dixwazin pirsgirêka kurd û şer bidome. Dixwazin cenazeyên leşkeran û ciwanên kurd bên welêt. Lê hem dayikên kurdan hem jî yên tirkan dixwazin ev şer tavilê bi dawî bibe. Kesek dengê wan nabihîse. Armanca vê meşê jî ew e ku rêya çareseriyê were vekirin. Banga me ji bo tevahiya kesên li Tirkiyeyê li gel aştî, edalet û wekheviyê, ji bo rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked-pîşeyî û yên dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe ew e ku tev li meşa me bibin. Em dibêjin ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd çareser kirî dê ji bo şerê li Rojhilata Navîn jî bibe çareserî. Dê hevgirtina civaka xwe xurtir bike. Em dikarin bi aştiyê bersivê bidin bangên şer ên li her çar aliyên Rojhilata Navîn tên kirin. Ji bo vê jî divê em pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.    Werin em deriyên muzakereyê vekin. Werin em deriyên aştî û guftûgoyê vekin. Em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û CPT’yê dikin; ji bo tecrîda li Îmraliyê gav biavêjin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd peywirê li xwe bigirin. Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Ev erdnîgarî êdî ji xwîn, hêsr û êşê têr bû. Em bi hev re daxwaza aştiyê dikin. Bi hêviya ku ev meşa mezin deriyên aştiyên veke û we tevan silav dikim.”    Piştî daxuyaniyê jî meş hate destpêkirin.