Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir 2024-02-01 10:41:35   MÊRDÎN - Rojnameger Ahmet Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekiribû dihat darizandin, ji dozê beraet kir.    Derheqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de ji ber wêneyê ku li ser hesaba xwe ya X’ê parve nekirî, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Rojnameger Kanbal û parêzerê wî Erdal Kuzu tev li danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir.    DOZGER BERAET XWEST    Di mutalaayê de dozger got ku hêmayên sûcê tê îdiakirin çênebûne û xwest Kanbal bê beraetkirin.    Kanbal û parêzerê wî Kuzu jî di parastinên xwe de diyar kirin ku îdianame ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye amadekirin û daxwaza beraetê kirin.    Dadgehê jî ji bo Kanbal biryara beraetê da.