Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn 2024-02-01 10:33:19   RIHA - Li Rihayê avahiyeke ku di erdhejê de xesar gihiştibûyê û nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di encamê de 2 welatî mirin û 8 jî birîndar bûn.    Di erdhejên 6’ê Sibatê de li Taxa Delîler a navçeya Hewag a Rihayê xesar gihiştibû gelek avahiyan. Avahiyeke ku xesar gihiştibûyê û heta niha nehatibû hilweşandin, di danê sibehê de hilweşiya. Li cihê bûyerê komên AFAD, agirkujiyê û tenduristiyê hatin sewqkirin. Cenazeyê Serap Urak (49) ji bin kavilan hate derxistin. Cemîle Arikan a 56 salî ku bi birîndarî hate derxistin û rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 8 kes jî birîndar bûn.