Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin 2024-02-01 09:47:19 BALIKESÎR - Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bandirmayê tê ragirtin û tetîkkêşê bi navê Îsmet Ozdemîr gefa kuştinê lê dixwe.  Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin. Hat zanîn ku kesê bi navê Îsmet Ozdemîr ku li heman beşê û di hucreya li rex hucreya Gun de dimîne, gefa kuştinê dixwe. Cezayê muebbeta giran li Gun hate birîn û 8 sal in di girtîgehê de ye. Gun, têkildarî gefên li wî hatine xwarin bi parêzerê xwe re axivî. Gun, di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 2 meh berê kesekê bi navê Îsmet Ozdemîr anîn hucreya li rex hucreya wî. Gun, da zanîn ku Ozdemîr gefa kuştinê li wî xwariye. Gun, ji parêzerê xwe re got ku Îsmet Ozdemîr ev gef lê xwarine: “Ji bo kuştina te ez anîm vê derê. Ez ê te bikujim. Lewma te naşînin girtîgeheke din. Ez ji bo te anîm vê derê.” Her wiha Gun destnîşan kir ku di seranserî rojê de gef li wî tên xwarin.    BI NAMEYÊ GEF XWAR!   Gun, da zanîn ku Ozdemîr di 23’yê çileyê de gefên xwe li kaxizekê nivîsandine û şandiye û ew metn hêj li gel wî ye. Gun, got ku Ozdemîr xwe weke tetîkkêş daye naskirin û gotiye: “Min gelek kesên mîna te kuştine.” Gun, bi rêya parêzerê xwe rayedar hişyar kir.    JI DOZGER RE JÎ GOTIYE   Ji ber gefên hatine xwarin, Gun giliyê Ozdemîr kir û ji ber vê yekê dozgeriyê îfadeyê Ozdemîr girt. Gun, diyar kir ku tevî serlêdana sûc jî tu tevdîr nehatine girtin û bi rêya parêzerê xwe ev peyam da: “Heke tiştek bi serê min bê, baş bizanin ku ev întîhar nîne. Ji ber ku ez ne kesekî wisa me ku întîhar bikim. Ev demeke ez van tiştan dijîm.” Parêzeran jî gotin ku her çend ku cihê hewadariyê yê Gun û Ozdemîr heman cih û di heman saetê de nebin jî, îxtîmala heye ku li korîdorê rastî hev bên. Parêzerên Gun amadekariyan dikin ku hem serî li Wezareta Dadê bidin hem jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.    MA/ Dîren Yurtsever