Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû 2024-02-01 09:40:25 RIHA - Di erdhejê de li Rihayê xesar gihiştibû 8 hezar û 231 avahiyan. Ji nîviya zêdetirî van avahiyan nehatine hilweşandin û 400 avahiyên dê li şûna wan bihatina avakirin jî nehatin avakirin. Sekreterê Bajar ê TMMOB’ê Fîkret Çakir got ku krîza hewînê didome.    Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7.8 û li navçeya Elbistanê jî bi pileya 7.6 du erdhejên mezin çêbûn. Bi ser erdhejan re salek derbas bû. Di erdhejê de xesareke mezin gihişt bajarên Hatay, Mereş, Semsûr, Meletî, Kîlîs, Osmaniye, Edene, Dîlok, Amed û Rihayê. Li gorî daneyên fermî, zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan lê di rastiyê de ev hejmar gelek zêdetir e.    Di erdhejê de li bajarê Rihayê ku nêzî 200 km’an ji Mereşê dûr e 20 avahî hilweşiyan û 179 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku daneyên fermî nehatin parvekirin, hejmara kesên di erdhejê de astengdar bûn nayê zanîn. Cenazeyên 150 kesên din ên li bajarên din jiyana xwe ji dest dayîn jî li Rihayê hatin definkirin. Li seranserî bajar hinek jê pirxesar bi giştî xesar gihişt 8 hezar û 231 avahiyan û ji bo van biryara hilweşandinê hate dayîn. Bi ser re salek derbas bû lê ji van tenê ji sedî 50 jê hatin hilweşandin. Li navenda bajar bi sedan avahî hatine valakirin û ev avahî veguherîne hêlînên tiryarkkêşan. Ji bo vê tu tevdîr jî nayên girtin. Di nava salekê de ji ber 20 avahiyan bi giştî 14 avahîsaz û endezyar hatin binçavkirin û girtin. Lê belê derheqê kesên destûra îmarê dayîn, yên di mekanîzmaya venêrînê de cih digirin û derheqê xebatkarên cemaweriyê de tu lêpirsîn nehatin vekirin.    Sekreterê Bajar ê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) ê Rihayê Fîkret Çakir   ‘ME BERÊ XWE DA BAJARÊN DIN’   Sekreterê Bajar ê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) ê Rihayê Fîkret Çakir ku di erdhejê de tev li xebatên qadê yên li Riha û bajarên derdorê bû, têkildarî geşedanên di nava salekê de qewimîn ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) vegot. Çakir, bi bîr xist ku wêraniya li bajar li gorî ya bajarên din kêmtir e û wiha got: “Hejmara avahiyên hilweşiyayîn kêm e lê mixabin 179 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hêj ji destpêkê ve me navenda koordînekirina krîzê ava kir. Me dest bi tespîtkirina xesara erdhejê kir. Hevalên me yên endezyar hem li Rihayê hem jî li bajarên din tev li xebatên qadê bûn. Me hewl da birînên bajaran bipêçin. Piştî çareserkirina pirsgirêkên li Rihayê, me bi tevahiya hêza xwe berê xwe da herêmên din. Bi jinên li herêma erdhejê re me veguherand çalakiya piştevaniyê û bi hezaran kîtên hîjyenê belav kirin. Li Rihayê bi ser erdhejê re hêj mehek derbas nebûbû ku me karesata duyemîn jiya. Ji ber lehiyê 17 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji rexekê ve me birînên xwe yên erdhejê li rexa din jî em li dijî lehiyê têkoşiyan. Me tespîtên xwe kir bê ka çawa ber bi vê pêvajoyê ve hatine û kê rê li ber vê vekiriye.”    ‘RÛXANDINA BÊKONTROL’   Çakir, diyar kir ku bandora hilweşînê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Hêj jî birîn nehatine pêçandin. Rûxandina avahiyên xesar gihiştiyê pir hêdî didome. Me gelek caran hişyarî dan lê tu tevdîr nayên girtin û bi awayekî rasthatî hildiweşînin. Ji ber vê yekê çendek dem berê avahiyeke li navenda bajar bi şev ji ber xwe ve hilweşiya. Şens hebû tiştek bi tu kesî nehat. Em bi rewşekî bi qasî erdhejê talûke re rû bi rû ne. Ji bo kesên malên wan di erdhejê de hilweşiyayîn qaşo malên gund û malên TOKÎ’yan çêdikin. Lê hêj xelk di bin konan de dijî. Avahiyên hatin hilweşandin hene lê aqûbeta wan nediyar e ka dê çi bibe.”    ‘HEVSENGIYEK DI NAVBERA RÛXANDIN Û AVAKIRINÊ DE NÎNE’    Di berdewamê de Çakir diyar kir ku li seranserî bajar 8 hezar û 231 avahiyên xesar gihiştinê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “TOKÎ’yê tenê dest bi avakirina 400 avahiyan kiriye û ev jî hêj di înşaetê de ne. Têkildarî malên gundan jî tu agahiyan parve nakin. Dema mirov reqemên avahiyên divê bên hilweşandin, yên hatin hilweşandin û yên divê bên avakirin dide berhev, di navbera wan de ferqekî gelek mezin heye. Li Rihayê krîzeke mezin a hewînê heye. Bajarê konteyneran hate avakirin. Li bajar bi zehmetî mal tên dîtin. Bajarê konteyneran hate avakirin lê li ser erdên çandiniyê hat avakirin. Qada Zanîngeha Harranê ye. Ji ber zîhniyta ‘min çêkir û bû’yê, ev bajarê konteyneran hate avakirin. Ji kontrolê dûr in û pirsgirêk lê tên jiyîn. Perwerde û tenduristî jî pirsgirêkên sereke ne. Her wiha hêj jî pirsgirêka hîjyenê nehatiye çareserkirin. Van bajarên konteyneran hêj bêhtir birîn vekirin.”    ‘EM JI BO ERDHEJEKE NÛ AMADE NÎNIN’   Bi domdarî Çakir got; “Rihayê birînên xwe bi rêya piştevaniyê pêça. Lê li Hatay, Mereş û Meletiyê hêj jî pirsgirêkên mezin hene.” Çakir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu bajarên bûne mexdûrên erdhejê ji bo erdhejeke nû amade nînin. Salek berê kêmasiyeke mezin a koordînasyonê derketibû holê. Ev pirsgirêk hêj îro jî berdewam dike. Me dît bê ka îktîdar û rêveberiyên herêmî li dijî karesatan çiqas ji xwe xelas in. Sedema vê jî rejîma yekzilamî ye. Heta ferman neyê nikarin bikevin nava tevgerê. Me dît ku ev yek rê li ber êşan vedike. Me ji bo xwe ders ji erdhejê negirtin. Ji bo ku em dersê jê bigirin hewcehî bi polîtîkayên cidî heye. Polîtîkayên cemaweriyê esas digirin tune ne. Divê rêveberiyên herêmî li gel rêxistinên civaka sivîl bi awayekî koordîne bixebitin. Gelo li hemberî karesateke nû em dikarin çi bikin. Divê em li ser vê mijarê bi hev re bixebitin. Lê mixabin îktîdarê odeyên me yên pîşeyî reş kir. Berpirsyarên vê erdhejê em endezyar û avahîsaz nînin. Li Rihayê 14 hempîşeyên me weke berpirsyarên mirina bi sedan kesan hatin dîtin û hatin girtin. Gelo ma ev avahiye tenê wan ava kirin? Gelo ma tu mekanîzmayên venêrînê tune bûn? Kê destûrên fermî dan? Çima tenê yek rayedar nayê darizandin?”    ‘BERPIRSYARÊN ESASÎ NEHATIN DARIZANDIN’    Çakir, bal kişand ser dozên têkildarî hilweşîn û mirinan de hatine vekirin û ev tişt anî ziman: “Dewlet, berpirsyarên esasî bi çendek dozên ne cidî ji cezakirinê xelas dike. Bi sedan kesên berpirsyartiya wan heye hene. Em endezyar û avahîsaz bi karê projeyê re mijûl in, xebatkarên cemaweriyê jî kontrol dikin û erê dikin. Rêveberiyên herêmî venêrîna wê dikin. Heta amirên îdarî erê nekin jî mimkin nîne tiştek were kirin. Bo xwe li kesên ku tawanbar bikin digeriyan û ew jî bûn em. Ji ber ku em li dijî polîtîkayên îktîdarê derdiketin, em kirin hedef. Me ji sekna xwe tawîz nedan û dê nedin.”   ‘DIVÊ BAJAR TEVÎ PÊKHATEYÊN XWE BIRYARÊ BIDE’    Herî dawî jî Çakir wiha got: “Divê bajarên saxlem bên avakirin. Ev salek derbas bû lê hêj jî plana me ya mastirê ya erdhejê neketiye meriyetê. Ji bo cihên kombûnê hêj jî tu xebat nehatine kirin. Heke erdhejek çêbibe dê gel li ku kom bibe, dê navenda koordînekirina krîzê ku der be? Di vê mijarê de tu xebat nehatine kirin. Divê rayeya venêrîna projeyê dîsa dewrî TMMOB’ê bikin. Hewceye efûyên îmarê ji rojeva xwe derxînin, venêrînê zêdetir bikin û ji rantê dûr bisekinin. Divê li nava qadên çandiniyê û li rex çeman destûra îmarê neyê dayîn. Heke em van bi cih bînin û plana xwe ya mastirê ya erdhejê pêk bînin, dê bandora erdhejê pir kêm bibe. Dema bajarek tê avakirin divê ev biryar bibe biryara hevpar a tevahiya pêkhateyên bajar. Heke zîhniyeta ‘min kir û bû’ bidome, em ê hêj gelek zirarê bibînin.”    MA / Emrûllah Acar