Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin 2024-02-01 09:03:02 AMED - Dadgehê di sedema xwe ya ji bo cezayê li Selçûk Mizrakli birî de, îdiayên îtirafkar Hîcran Ayverdiyê yên bi qeydên SGK'ê hatibûn drewandin esas girt.  Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û paşê hat girtin, di 22'yê Cotmeha 2019'an de 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn. Lê piştî ku Dadgeha Bilind ceza xera kir, doz ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de ku di 29'ê Mijdara 2023'yan de dest pê kir, Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê heman ceza li Mizrakli birîbû. Dadgehê sedema cezayê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" birî, eşkere kir.    Dadgehê di biryarê de îfadeyên îtirafkar Hîcran Berna Ayverdiyê esas girtin. Ayverdiyê di îfadeyên xwe de gotibû "Mizrakli PKK'yiyan emeliyat kiriye." Lê belê çendî ev îdiaya Ayverdiyê bi belge û qeydên SGK'ê hat pûçkirin jî ku wê demê li nexweşxaneyê nexebitiye, dadgehê ew esas girtin û kirin sedema ceza.    Her wiha dadgehê îfadeyên du bijîşk, hemşîreyek û teknîseyenekî jî ku berevajî Ayverdiyê îfade dabûn, esas negirtibûn. Dadgehê sedema ku çima îfadeyên Ayverdiyê esas girtine jî eşkere kir. Dadgehê îfadeyên wê spartin yên Mûstafa F.'yê li nexweşxaneyê bi awayekî "netomarkirî" dixebitî.    Parêzerên Mizrakli ragihandin ku dê îtiraz bikin.