Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin 2024-02-01 09:01:44 AMED - Rojek beriya berdana Firat Ege yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî hate taloqkirin.  Li Mezraya Sînda ya gundê Şêx Hemze yê girêdayî navçeya Pasûr a Amedê, di sala 2007’an de bi ser malan de hate girtin û Firat Ege hate binçavkirin. Ege bi îdiya “alîkarî ji rêxistinê re kiriye” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate girtin. Egeyê piştî 4 mehan hate berdan, li ser di doza dihate darizandin de 5 sal û 4 meh cezayê hefsê lê hate birîn hate pejirandin, di sala 2019’an de dîsa hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7’an a Sîlîvriya Stenbolê.    Nesîr Ege   Egeyê ku cezayê lê hatiye birîn di 1’ê hezîrana 2023’yan xelas bû, ji aliyê Lijneya Çavdêrî ya Îdarî (GÎK) ya Girtîgeha Sîlîvriyê ve ji bo ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir di 31’ê gulanê de biryara “ne di rewşeke baş de ye” da û berdana wî 3 mehan taloq kir.    ‘ÇIMA POŞMAN BIBE’    Bav Nesîr Ege, bertek nîşanî neberdana kurê xwe da û wiha got: “Kurê min cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye. Lê rêveberiya girtîgehê poşmantî li kurê min ferz kirin. Ji ber ku kurê min ji lijneyê re got ‘Cezayê min xelas bû, ez ê çima poşman bim. Ez vê qebûl nakim’ nehate berdan. Ev tiştên tên kirin bêhiqûqî û zilm e.”   Ege, bal kişand ku tiştên diqewimin asta bêhiqûqiyê ya li welat nîşan dide û wiha berdewam kir: “Li tu dera cîhanê qasî li Tirkiyeyê hiqûq nayê binpêkirin. Kurdbûna li vî welatî bi tena serê xwe tê wateyê ku rastî îşkenceyê û bêhiqûqiyê tê. Tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin belav dibe. Tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye. Divê ev tecrîd rabe. Min jî girtîgeh dît, em vê rewşê baş dizanin. Bi tecrîda li wî tê kirin li girtiyên din jî zilm û heqaret tê kirin. Ji bo tecrîd rabe divê gelê kurd dest bide destê hev.”