Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye 2024-02-01 09:00:20   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 31 sal in di girtîgehê de ye, 3 car in berdana wî tê taloqkirin. Abdullah Zenger ku bavê xwe di nava çar diwaran de nas kiriye wiha got: "Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe me."    Ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên dewleta tirk ên ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê pêk anî û hê jî didomîne bi sedan gund hatin valakirin, bi hezaran kes jî bi awayekî neheqî û bêhiqûqî hatin girtin û cezayê muebedê li wan hat birin. Di vê serdemê de gelek zarokên kurd bavên xwe di nava çar diwaran de nas kirin û gelek ji wan jî qet bavên xwe nedîtin. Di serdema polîtîkayên "Heke ku tu kurd bî yan tu dê di girtîgehê de bî û yan jî di bin axê de bî" dihat meşandin de, zarokên kurd di temenekî pir biçûk de bi rûyê herî zalimane yê dewletê re rû bi rû man.    Girtiyê bi navê Ahmet Zenger ê ku dema bavê zarokekî bû û zarokê wî yê din jî hê nehatibû dinyayê, hat girtin. Zenger, di sala 1993'yan de li gundê Xirabaşeref ê navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. Zenger, ev 31 sal in di girtîgehê de ye. Beriya ku nehatiye girtin hevjîna wî ducanî ye û piştî girtina wî zarokê wî yê bi navê Abdullah Zenger tê ser dinê. Abdullah bavê xwe di nava çar diwaran de nas dike û bêyî bavê xwe mezin dibe. Abdullah ê ku niha 31 salî ye, ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe ye. Zenger, heta niha li Girtîgeha Xarpêtê, Girtîgehên Tîpa T a Şirnexê, Tîpa M ya Mîdyadê, Tîpa E ya Sêrtê, Tîpa T ya Mêrdînê, Tekîrdagê, Tîpa L ya Espiyeyê, Tîpa T ya Trabzonê û Girtîgeha Orduyê hatiye ragirtin. Zenger ê bi giştî li 11 girtîgehan maye, ev sê car in ku berdana wî tê taloqkirin. Kurê wî Abdullah Zenger ê ku li Stenbolê kar dike, bi hêviya ku bavê wî azad bibe 3 car in tê Hezexê û ev sê car in berdana bavê wî tê astengkirin. Ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve bi pirsa "PKK rêxistina terorê ye?" poşmantî tê ferzkirin. Ji ber ku Zenger bersiva "Na" daye, berdana wî 6 mehên din hatiye dirêjkirin.    Kurê girtî Ahmet Zenger   Kurê wî Abdullah Zenger yê ku bi bavê xwe ji derve nedîtiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'DEMA KU EZ ÇÛM HEVDÎTINÊ MIN BAVÊ XWE NAS NEKIR'   Kurê girtî Ahmet Zenger, Abdullah Zenger diyar kir ku wî beyî bavê xwe, çavê xwe li dinê vekirin û got ku ew 31 sal in li benda bavê xwe ye. Zenger wiha domand: "Bavê min di sala 1993'yan de hate girtin. Piştî ku bavê min tê girtin ez piştî 4 mehan têm ser dinê. Min bavê xwe ne li malê û ne jî ji derve nedîtiye. Min bavê xwe di girtîgehê de di nava çar diwaran de nas kir. Ev rewşeke pir zehmet e. Dema ku ez bi diya xwe re çûm hevdîtina bavê xwe, ez 5 salî bûm û min bavê xwe nas nekir. Ji min re gelek xerîb hat. Ez bêbav mezin bûm û ji bo min gelek zehmet bû. Wexta ku ez ewilî çûm hevdîtina wî min nas nekir û piştre hêdî hêdî min bavê xwe nas kir û ew hest min hîs kir. Ji bo min rewşeke pir zehmet bû. Ew kêmasiya wî her tim bi min re hebû. Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ji 1 salî heta 31 saliya xwe bavê min ne li cem min e. Min gelek kêmasiya wî kişand. Ev wêneye jî dema ku ez hêj 16 salî bûm, çûbûm hevdîtîna bavê xwe, min li wir kişandibû."    'EV 30 SAL IN LI BENDA DERKETINA BAVÊ XWE ME'   Zenger, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ev sê carin hêviya wî ya ku berdana bavê wî tê şikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu sûcê bavê min nebû û di encama giliyan de hate girtin. Ji ber ku temenê min biçûk bû min ji derdorê dipirsî,' çima bavê min hatiye girtin?' digotin,' tu sûcê bavê te nîne bi keyfî evqas ceza danê' Ev 31 sal in ku ez li benda derketina bavê xwe me. Hevalên wî hemû hatin berdan. Hêviyek kete dilê me û me got, 'dê wî jî berdin' lê tevî ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Ev sê car in ku berdana wî 6 mehan dirêj dikin. Bi keyfî tevdigerin. Ev tişta ku dikin neheqiye û bêedeletiye. Piştî ku mirov 30 salan di girtîgehê de dimîne çawa pirsa, 'tu poşmanî?' dikin. Van mirovan tiştek nekiriye."   'DI 31 SALAN DE LI DEHAN GIRTÎGEHAN MA'   Zenger, anî ziman ku bavê bavê wî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye û da zanîn ku ji roja ku hatiye vî  temenê xwe heta niha li girtîgehan digere û got: "Bavê min di van 31 salan de li dehan girtîgehan ma. Her 2 salan carekî sirgûnî girtîgehekî dihat kirin. Ji Behrareş heta Kurdistanê di hemû girtîgehan de maye. Ev 31 sal in ku yek girtîgeh nema ku ez bi xwe neçûmê. Di vê hêlê de jî me gelek zehmetî kişandin. Çûn û hatina van girtîgehan gelek zehmet bû. Bi taybetî jî dayika min gelek zehmetî kişandin. Ev 8 sal in jî diya min ji ber ku nexweşe nikare biçe hevdîtinan. Bavê min nexweşê sarayê ye. Ji ber ku ev nexweşiye heye her carê nobetan derbas dike. Her sal dibêjin 'em ê îsal berdin' bernadin. Her sal bi keyfî bernadin. Îro ne tenê bavê min bi dehan hevalên wî di vê rewşê de ne û her carê înfaza wan tê şewitandin. Divê ku em li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin. Divê ku saziyên ku mafê mirovan diparêzin li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û li dijî vê derbikevin."   MA / Zeynep Dûrgût