Girtiya nexweş Guven hat berdan 2024-01-31 20:28:17   AMED - Girtiya nexweş Sûdan Guven ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê derket.   Sûdan Guven a li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ku ji ber "poşmanîtî" qebûl nekiribû û berdana wê 3 caran û her carê 3 mehan hatibû taloqkirin, piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê derket. Malbata Guvenê ji bo wê pêşwazî bike ji Bismila Amedê çû Alanyayê. Guven li ber girtîgehê ji aliyê ferdên malbatê ve hat pêşwazîkirin û ber bi Bismilê ve bi rê ket.    Guven, di sala 2012'an de li Bismila Amedê hatibû binçavkirin. Ji ber xebatên xwe yên li BDP'ê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Erziromê hatibû darizandin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û îdiayên bi vî rengî 15 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Guvenê înfaza xwe di 4'ê Gulana 2023'yan de temam kiribû, lê belê ji ber ku "poşmanîtiya" ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve lê hatibû ferzkirin qebûl nekiribû înfaza wê 3 caran her carê 3 mehan hatibû taloqkirin.    Her wiha di 19'ê Kanûnê de Guvenê telefonî malbata xwe kiribû ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye.