Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir 2024-01-31 16:33:09   QERS - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qersê ji hêla gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Qersê bi gel re hatin gel hev. Namzet, li navçeya Sêlimê bi konvoyeke mezin a wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Destûr nehat dayîn ku konvoy derbasî navenda bajar bibe. Girse, heta demekî hate sekinandin û piştî kontrola polîsan yek bi yek hatin berdan. Girseyê bertek nîşan da û piştre ber bi navenda bajar ve kete rê. Namzetên hatin pêşiya avahiya partiyê ji hêla bi sedan welatiyan ve bi dahol û zirneyê ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî" berz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Gonel wiha got: “Me îro xwest bi konvoyê bikevin navendê lê em hatin astengkirin. Ev helwest nîşan dide bê ka ji gel çiqasî ditirsin. Em xwediyên pêşeroja vî welatî ne. Em ê vî bajarê teqez ji rêveberiya qeyûm rizgar bikin. Em bihêz in û dê teqez bi ser kevin.”    'EM Ê TEQEZ QERSÊ QEZENC BIKIN’   Namzeta hevşaredariyê ya Qersê Arzu Savaş Derman jî ev tişt anî ziman: “Çiqas pêşiya me jî bigirin em ê teqez bi ser kevin. Bila baş bizanin ku em ê dîwarên qeyûm danîne hilweşînin û dîwarên vî bajarî bi rengê xemrî boyax bikin.” Namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci jî wiha got: “Sedema tişta li Qersê bi serê me anîn ew e ku rant ji destê wan derdikeve. Ji me ditirsin ji ber ku dê gelê me dîsa bi îradeya xwe şaredariyê bi dest bixe. Em ê dîsa hev bigirin û bi ser kevin. Bila her kes vê baş bizane, vîna gelê Qersê dê di 31’ê adarê de dîsa bi ser keve.”