Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir 2024-01-31 13:44:21 ENQERE - Sefîrê Delegasyona Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut û şandeya pê re Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret kir. Şande ji hêla hevserokên giştî ve hate pêşwazîkirin.    Sefîrê Delegasyona Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut û şandeya pê re Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kir. Şande, ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de geşedanên siyasî yên heyî hatin nirxandin.