Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin 2024-01-31 13:43:28   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên Burdur û Antalyayê hatin sewqkirin.    Girtiyên bi navên Mûstafa Şihî, Sedat Şîmşek, Mazlum Taşkin û Hasan Ateşçî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dihatin ragirtin, li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Li gorî agahiyên ji malbatan hatine wergirtin; Şihî, Şîmşek û Taşkin li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê û Ateşçî jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate sewqkirin.