Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin 2024-01-31 11:37:55 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo tevlibûna “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê destpêkirin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo deriyek were vekirin û şensekî bidin aştiyê ya ku ji destê me tê em ê bikin.”    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniya Meclisê de têkildarî rojevên heyî axivî.    BIRYARA CAN ATALAY SÛCEKÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E   Di serî de Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û wiha got: “Sepanekî derhiqûqî ye. Ev rewş, sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Yên ku darbeya darazê kirin îcar bêyî ku şerm bikin, li Meclisê sedema betalkirina parlamenteriyê jî weke hewcehiya Destûra Bingehîn nivîsandine. Ji roja bûye îktîdar heta niha AKP her tim di nava pratîka darbeyê de bû. Yên ku hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an red kirin, yên ku dema di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiyên parlamenterên me hatin rakirin li gel ku li dijî destûra bingehîn jî destê xwe rakirin, yên ku di 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên me yên giştî û parlamenterên girtin, yên ku qeyûm li şaredariyan tayîn kirin, bingeha vê darbeyê jî amade kirin. Lê li vir tenê gotin j AKP-MHP’ê re neyên kirin, yên ku dema li dijî kurdan her cureyên derhiqûqtiyê dihatin kirin bêdeng diman îro jî bûne sedema biryara Can Atalay. Yên ku dema rejîma qeyûman ketî meriyetê digotin; ‘tiştek nabe, dikarin li kurdan bikin’ îro bûne sedema vê.    ‘DEMA PARÊZBENDÎ HATIN RAKIRIN WE PIŞTGIRÎ DA’   Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û parlamenterên din û wiha pê de çû: “Dema ev pêvajo diqewimîn, mixabin muxalefetê li Meclisê destê xwer akirin. Bêdeng man û piştgirî dan derhiqûqtiya li dijî kurdan dihat kirin. Di şexsê Can Atalay de li dijî vîna gel darbe hate kirin.”    SEDEMA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ÇI NE?   Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Du meh li pey xwe hişt. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Ne parêzer, ne malbat ne jî şande dikarin biçin serdanê. Li gel daxwazê jî nahêlin em parlamenter biçin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê rewşa tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Hewl didin dengê xwe bigihînin Meclisê.    MEŞA MEZIN A AZADIYÊ BI BÎR XIST   Em ê di navbera 1-15’ê sibatê de meşa azadiyê li dar bixin. Meş dê ji du baskan pêk bê. Baskekê wê li Wanê yê din jî dê li Qersê dest pê bike. Di van meşan de dê daxwaza azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên kirin. Em ê careke din bang li Meclisê bikin ku înîsiyatîfê li xwe bigire.    WALIYÊ QERSÊ ÇAWA KU HAY JI AGAHIYÊ BÛ...    Meşa me dê li Qersê dest pê bike. Walîtiya Qersê çawa ku agahî bihîst, li seranserî bajar ji bo 5 rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan derxist. Em vê biryarê şermezar dikin. Krîmînalîzekirina meşa ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviya welêt tê lidarxistin, hewldana astengkirina wê rewşekî ketî ye. Lê em careke din dibêjin ku çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin. Em ê vê meşê di 15’ê Sibatê de temam bikin. Ji bo ku di dawiya vê meşê de li vî welatî deriyeke nû vebe, şensek ji aştiyê re were dayîn ya ku ji destê me tê dê bikin. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, jin, bindest, hunermend û her derdoran dikin ku bibin dengê aştiyê.   AKP HILBIJÊRÊN QAÇAX VEDIGUHÊZE   Li şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Me gelek caran nelirêtî û rejîma mêtingeriyê ya qeyûman vegot. Tiştekî din jî heye, AKP hewl dide di serdema pêş de hilbijêran îpotek bike. Çi dike? Hilbijêrên qaçax vediguhêze. Weke mînak; Îdir. Îdir, bajarekî pir girîng e. Weke ku hûn jî dizanin, tevahiya derdorên ‘neteweperest’ bûn yek da ku DEM Partî Îdirê bi dest nexe. Ji vî alî ve Îdir û Qers girîng in. Li Îdirê çi kirine? Li cihê ku AKP’ê bi hezar û 514 dengan windakirî, li 7 avahiyan bi giştî 4 hezar û 449 hilbijêr hatine qeydkirin. Di nava van kesên qeyda wan heyî de 4 hezar û 449 hilbijêrên qaçax ên ne ji Îdirê û li bajarên cuda deng dayîn hene. Hewl didin tercîha xelkê Îdirê biguherînin. Li Sêrtê jî HDP’ê di 2019’an de bi hezar û 161 dengan qezenc kiribû. Niha 6 hezar û 819 hilbijêrên qeyda wan biguman hene. Anku dixwaze Sêrtê ji me bistîne. Ka em li Şirnexê binêrin. Dema AKP’ê Stenbol winda kirî Tayyîp Erdogan digot; ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex stand.’ Binêrin bê ka AKP’ê çi kiriye; li Taxa Yeşîlyurtê ku weke qada leşkerî tê zanîn 752 hilbijêr hebûn lê ev hejmar derketiye 5 hezar û 956’an. Ji van hilbijêran 4 hezar û 368 jê ne ji Şirnexê ne. Li Qers û Agiriyê jî heman tişt kirine. Li dijî van îtîraz hatin kirin lê îtîraz hatin redkirin.    AKP’ê bi saîkên siyasî qeyûm li şaredariyên me tayîn dikir, ya ku niha tê kirin jî cureyeke tayînkirina qeyûman a cuda ye.    BÊKARÎ, XIZANÎ, HEMASET...    Îktîdar hewl dide bi rêya neteweperestî û hemasetê xizanî û birçîtiya li welêt veşêre. Lê li hêla din tevahiya çavkaniyên welêt pêşkeşî dewlemendan dike. Têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Li herêmên kurdan binêrin dê bibînin bê ka di mijara belavkirina dahatê de newekheviyeke çiqas mezin heye. Dema hûn li nexşeyê dinêrin dê pir bi eşkereyî bibînin bê ka herêmên kurdan çawa li derve hatine hiştin. Dê bibînin bê ka çawa para xwe ji parvekirina dahatê nagire. Li rexekî di bin zexta binçavkirin, girtin, darbe û qeyûman de ye, li rexa din jî bêkar, xizanî û birçîtiyê lê ferz dikin.