Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin 2024-01-31 10:46:26   WAN - Girtî Vefa Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hate sewqkirin, da zanîn ku ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketiye hatiye derbkirin.    Girtiyê bi navê Vefa Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê dihat ragirtin, di 29’ê çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Samsunê hate kirin. Yilmaz, duh li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku hem di dema sewqkirinê de hem jî li girtîgehê hatiye derbkirin. Yilmaz, got ku piştî li dijî lêgerîna tazî derketî hatiye derbkirin û niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yilmaz, destnîşan kir ku dê têkildarî tundiya li wî hatiye kirin serlêdana sûc bike.