Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e 2024-01-31 10:05:41 STENBOL - Parêzerê Can Atalay, Kemal Aytaç diyar kir ku betalkirina wekîltiya muwekîlê wî darbeyeke sivîl e û wiha got: “Bêhêvîtî nîne, têkoşînê bidomînin. Niha divê em dakevin kolanan. Têkoşîna demokratîk li kolanan tê dayîn.”   3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, du biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ê girtî de dan nas nekirin. Dadgeha Bilind biryar da ku “nirxa hiqûqî” ya biryara binpêkirinê nîne û divê li gorî biryara AYM’ê neyê tevgerandin. Biryar duh li Meclisê hate xwendin û wekîltiya Atalay hate betalkirin. Parêzerê Atalay, Kemal Aytaş biryara ku bû sedema bertekan nirxand.    Parêzerê Atalay, Kemal Aytaş   ‘DARBEYA SIVÎL E’    Prz. Aytaç diyar kir ku biryar “yek ji biryarên rûreş ku Meclisê wergirtiye ye” û wiha berdewam kir: “Tevî biryarên AYM’ê wekîltiya parlamenterekî bi dengên gel hatiye hilbijartin hate betalkirin. Ev yek di heman demê de xwe înkarkirine. Qebûlkirina vê li dijî demokrasî, hiqûq û Destûra Bingehîn e. Wekî din îzaheke vê yekê nîne. Biryarên AYM’ê jî vekirî ne û herkesê eleqedar dike. Ev yek weke darbeyeke sivîl derketiye holê.”   Aytaç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî min Serokkomar Tayîp Erdogan û derdora wî hatina Can Atalay a Meclisê weke serkeftina Geziyê dîtin. Ji ber vê yekê mûameleke taybet li Atalay kirin û bi derketina derveyî hiqûqê ev yek danîn holê. Doza Geziyê du caran hate beraetkirin. Lê doz dubarekirin û dîsa vekirin. Bi dadger taybet û tayînkirî ev biryar dan. Armanca wan ew e ku Geziyê mehkûm bikin. Ez difikirim ku li dijî Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala kîn û dijminatiyeke Erdogan heye.”    ‘BÊHÊVÎTÎ NÎNE, TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’    Aytaç, got ku “bêhêvîtî nîne, têkoşînê bidomînin” û diyar kir ku desthilatê hewl da gel bêdeng bike. Aytaç, îşaret kir ku meseleya esas ne Atalay e û wiha berdewam kir: “Mesele, meseleya demokrasiya welatekê ye. Hewl didin me çavtirsandî bikin û biqûtifînin. Lê em ê teslîmî vê yekê nebin. Em ê zêdetir dengê xwe bilind bikin û zêdetir çalakiyan li dar bixin.”   Aytaç, da zanîn ku dê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin û ev tişt gotin: “Em dibînin ku biryarên dadgehê bi awayekî fîîlî pêk naînin. Ji ber wê yekê divê mirov tenê li benda biryarên dadgehê nebe. Divê hem li qada netewî hem jî navnetewî têbikoşin û zexta lê bikin.”   Aytaç, bi lêv kir ku divê hemû beşên civakê hêza xwe bikin yek, li ber xwe bidin û wiha got: “Divê êdî derkevin kolanan. Ji ber ku demokrasî li kolanan derdikeve holê. Têkoşîna demokratîk li kolanan tê dayîn. Heta ku dernekevin kolanan ne pêkan e ku mafekê bi dest bixin û pêş ve biçin. Ji ber vê yekê divê zexteke girseyî û bibandor ku bi desthilatê paş ve gavê bide avêtin were avakirin.”   DI 1’Ê SIBATÊ DE DÊ LI ÇAGLAYANÊ BIBIN   Aytaç, diyar kir ku dê biryarê şermezar bikin û da zanîn ku dê di 1’ê sibatê de li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, Nobeta Edaletê pêk bînin.    MA / Omer Îbrahîmoglû