ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-31 09:00:42     * Endamê Navenda Mafên Zarokan Parêzer Mazlûm Îlter binpêkirinên ku zarokên girtî bi wan re rû bi rû dimînin nirxand. Îlter anî ziman ku ji bilî girtinê divê ji bo zarokan alternatîfine din bên tercîhkirin û Peymana Mafên Zarokan wekî referans esas bê girtin.   * Li hemberî berxwedana malbata Tekîn cerdevanî, zext, tundî, binçavkirin, girtin, sirgûn û mirin bêfêde bûn. Fettah û Grubet Tekîn ên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de 2 zarokên xwe winda kirine û 2 jê li çiyê û yek jê jî di girtîgehê de, niha ji bo azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne.   * Li girtîgehên Herêma Egeyê di 9 rojan de 19 girtî sewqî girtîgehên tîpa S'yê hatin kirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Zîlan Gumuş diyar kir ku sewqkirina bi darê zorê 'sûcê eziyetê' ye".   * Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike.(10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * ESP, bi mebesta piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dike. (13.00)