Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin 2024-01-30 18:59:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên DEM Partiyê li gelek kesan ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Amedê ji bo 96 navendan, namzetên xwe yên hevşaredariyê dan nasîn. Gelek endamên hevşaredariyê îro li herêmên xwe yên hilbijartinê bi awayek girseyî hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyên pêşwazîkirinan de dîmenên xweşik derketin pêş.    MÊRSÎN    Namzetên Şaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê, Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz piştî ku duh tev li bernameya danasînê bûn, îro dora saetên nîvro gihaştin Mêrsînê.    Gelak rêxistinên sivîl, rêxistinên navend û navçeyan ên partiyan û gelek kes li pêşiya têketina turnîkeyên Mêrsînê, namzetên hevşaredariyê pêşwazî kirin.    Girse tevî baranê bi alên DEM Partiyê namzetan, bi coşeke mezin pêşwazî kir û piştre wek konvoy hat Rêxistina DEM Partiyê ya li navçeyê Akdenîzê. Dema pêşwazîkirinê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan û Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan destnîşan kirin ku ew starta hilbijartinê dane û dan zanîn ku ew ê qeyûman bişînin. Namzetên Hevşaredariyê Arslan û Sariyildiz jî anîn ziman ku ew ê pêvajoya hilbijartinê bi gel re bidin meşandin. Girse piştî daxuyaniyê tev li Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova) bûn.    AGIRÎ   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li Agiriyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Namzet li navenda Agiriyê û navçeyên wê Panos, Bazîd, Giyadîn, Dutax û Avkevirê bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet bi konvoyên ji sedan wesayîtan pêkhatî li navenda bajar û navçeyan geriyan.   Li kolana herî qelebalix a bajêr li Kolana Cûmhûriyetê ya Agiriyê bi beşdariya hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr axivî û got: "Em projeyên ku em nikaribin soz bidin, pêşkêş nakin. Em bi projeyên domdar tên. Heya ava qirêj û meseleya gihaniyê, em ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan tên. Em ê şaredariya Agiriyê bi dest bixin. Desthilat ji bo Şaredariya Agiriyê ji gelek cihan hilbijêran vediguhêzîne bajêr. Em ê van kirinan bişopînin. Em ê serlêdanên pêwîst bikin. Em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin."   ÎDIR   Li Îdirê namzetên hevşaredariyê, li hevraza Sûverenê ji aliyê partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Namzet bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin.    BEDLÎS   Namzetên Bedlîsê li Tesîsên Bêhnvedanê yên Bûzlûpinarê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Namzetê Hevşaredarê Bedlîsê yê DEM Partiyê Enver Barîn destnîşan kir ku ew ê ji bo şaredariyeke azad û civakî bixebitin. Barîn got: "Heta hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê divê hemû gelê me baş bixebite. Em ê her saniye, her deqe bixebitin ku vê zîhniyeta talanker bişînin cihê ku jê hatine. Serkeftin wê ya me be, serkeftin wê ya gelan be."   MÊRSÎN    Namzetên Hevşaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz îro danê nîvro piştî bernameya danasîna namzetan ji Amedê vegeriyan Mêrsînê.    Namzetên hevşaredariyê ji aliyê saziyên sivîl ên bajêr, rêxistinên bajêr û navçeyan û gelek welatiyan ve li tûrnîkeyên li têketina Mêrsînê hatin pêşwazîkirin.   Tevî baranê jî girse bi alayên DEM partiyê namzetan bi coş pêşwazî kir. Girseya gel piştre bi konvoyekê tevî namzetan derbasî Rêxistina Navçeya Akdenîz a DEM Partiyê bûn. Namzetên li vir jî bi coş hatin pêşwazîkirin û di dema pêşwazîkirinê de li ber stranan govend hat gerandin.    ŞEMZÎNAN   Namzetên hevşaredariyê yê navçeya Şemzînanê yên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet Naîf Erogûz û Nazdar Opengiîn ji aliyê Rêxistina Navçeya Şemzînanê ya DEM Partiyê ve û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.    Namzetên ku li ber rêxistina partiyê ya navçeyê bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin û paşê bi konvoyeke mezin li nava bajêr geriyan.