Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e 2024-01-30 09:41:55   STENBOL - Rojnameger Aykan Sever diyar kir ku di hevdîtinên Astanayê de hemû rayedaran ji hev re derew kirine û bi biryaran nehatiye kirin. Sever, got ku li Rojhilata Navîn êdî statûya siyasî ya gelê kurd şert e.    Çendek hefte berê 21’emîn hevdîtina Astanayê ya bi rojeva Sûriyeyê hate lidarxistin. Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê hevdîtinên li Kazaxistinê li dar xist. Di heman demê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hate serdana Tirkiyeyê. Herî dawî jî Cîgira Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê û Musteşara Karên Siyasî Victoria Nuland bi Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Ev liv û tevgere, nîşaneya geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn in. Di hevdîtinên dîplomatîk de li gel bazirganiyê, her wiha mijarên firotina F-16’an û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin nîqaşkirin.    Rojnameger Aykan Sever ku herêmê jinêzve dişopîne, têkildarî hevdîtinên Astanayê, serdana Reîsî û geşedanên dîplomatîk ên li Rojhilata Navîn nirxand.    PLANA DERXISTINA DYA’YÊ YA ROJHILATA NAVÎN    Sever, diyar kir ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku bi yekitiya Sovyetan dest pê kir, îro bi şerê Sûriyeyê re berdewam kir û bi êrişa Îsraîlê ya li dijî Filistînê jî derbasî qonaxeke cuda bûye. Sever, destnîşan kir ku hêzên weke DYA, Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îranê hewl didin li Rojhilata Navîn bibin aktorên diyarker û wiha domand: “Lewma hemleyên nû pêş dixin. Bi taybet jî Îran di nava hemleyên balkêş de ye. Îran hewl dide bi rêya Husiyên li Yemenê û milîsên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê DYA’yê ji herêmê derxîne. Niha nîqaş li ser hene ku DYA ji xaka Iraqê vekişe. Qala projeyên weke derxistina DYA’yê ji herêmê, tifaqa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi rêveberiya Esad re û çareserkirina pirsgirêkê di çarçoveya yekparetiya xaka Sûriyeyê de dikin. Dema DYA’yê xwe ji vê xakê vekişand, dê ev herêm yekser bibin hedefa êrişên Tirkiye û Îranê. Lê di halê hazir de diyar nîne bê ka dê DYA ji vir vekişe yan na.”    HEVDÎTINA ERDOGAN-REÎSÎ YA HATIBÛ TALOQKIRIN    Sever, da zanîn ku di hevdîtina navbera Reîsî û Erdogan de 10 peyman hatine îmzekirin û wiha domand: “Di vê peymanê de daxwaza Îranê ya ji bo firotina petrol û gaza xwezayî heye. Îran hewl dide di mijara firotina gaza xwezayî û petrolê de şûna Rûsyayê bigire. Weke ku tê zanîn ambargoya DYA’yê li ser Îranê heye. Gelo dê Tirkiye bikare ji ambargoya DYA’yê re bibêje na û têkiliyan pêş bixe? Em wê nizanin. Ji ber ku Erdogan hîn bû ku çi bike jî tiştekî li wî nakin. Welatên rojavayî naxwazin di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de Tirkiyeyê winda bikin. Lewma çavê xwe li her kiryarên Erdogan digirin. Tirkiye niha hem êrişî başûrê Kurdistanê dike hem jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelek komkujiyan dike. Dev ji bertekê berde, li gelek welatên rojavayî nabe mijara nûçeyê jî. Erdogan jî vê bêdengiyê bi kar tîne.”    DIBÊTIYA LIHEVKIRINA ÎRAN Û TIRKIYEYÊ    Bi domdarî Sever anî ziman ku feraseta “terorîst”ê ya Îran û Tirkiyeyê ji hev cuda ne û ev nirxandin kir: “Em dizanin ku Erdogan û Reîsî di mijara ‘têkoşîna li dijî terorê’ de ji hev cuda difikirin. Weke mînak; teqîna li Îranê ku bi dehan kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn, baskê DAIŞ’ê yê Efxanistanê ‘DAIŞ-Xorasan’ li xwe girt. Baskê DAIŞ’ê yê Xorasanê ji hêla SADAT û TSK’ê ve tê perwerdekirin. Heke Tirkiye li vir ji DAIŞ’ê re bibêje ‘terorîst’, wê demê Îran jî dikare jê re bibêje ‘terorîst.’ Lê ji ber ku Tirkiye DAIŞ’ê weke terorîst nabîne, li xaka xwe dihewîne. Dixwazin weke ku Erdogan û Reîsî lihev kiribin nîşan bidin lê mimkin nîne ku Îran û Tirkiye lihev bikin.”    ASTANA: POZÎSYONA LI DIJÎ KURDAN   Di berdewamê de Sever bal kişand ser hevdîtinên li Astanayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinan de Rûsya, Tirkiye û Îranê hewl dan eyarê bidin hev. Tevek jî rikeberên hev in lê dibînin ku dema pişta hev digirin ev yek bi kêrî wan tê. Yek ji mijara nîqaşan jî rêxistinên cudaxwaz bûn. Di bin vî sernavî de pozîsyona li dijî kurdan pênase kirin. Hewl didin li dijî DYA û kurdan pozîsyonekê diyar bikin. Mijara din a hevdîtinê jî ew bû ku digotin DYA petrola Sûriyeyê didize. Yek ji mijarên din jî xwestin Esat û Erdogan nêzî hev bibin. Lê rêveberiya Esat got ku ev yek mimkin nîne. Ji ber ku rêveberiya Esat dibêje; ‘Tirkiye dagirker e û bila xwe ji xaka me vekişîne. Şertê ku em têkiliyên xwe baş bikin jî ev e.’ Her kesên tev li civînên Astanayê bûne, derewan bo hev dikin. Li şûna ku mafê axaftinê bidin gelê kurd û gelên din ên li Sûriyeyê dijîn, welatên dagirker derheqê Sûriyeyê de biryaran didin. Hemû alî jî dizanin ku nikarin tevahiya biryarên Astanayê bicih bînin.”    ‘STATÛYA SIYASÎ YA KURDAN ŞERT E’   Sever, got ku li Rojhilata Navîn berxwedaneke mezin a gelê kurd û gelên din heye û wiha pê de çû: “Ev xeta berxwedanê pir girîng û biqîmet e. Lê ji bo ku bikarin xwe ji hêzên hegemon xelas bikin, têr nake. Diviya bû ji bo statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DYA’yê ji ewil ve zext bikira. Li şûna vê, bi demê re vehêla. Dikariya Rêveberiya Xweser vexwîne civînên NY’ê. Dikariya li ser vê yekê bingehekî birêxistin bike. Dema statûya we ya siyasî nebe, welatekî mîna Tirkiyeyê bi rehetî bi droneyan êrişan dike û komkujiyan pêk tîne. Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan, hewcehî bi statûya siyasî heye.”    ‘KURDAN MODÊLEK AVA KIR’   Sever, wiha domand: “Kurdan li Rojhilata Navîn modêlek ava kirin. Lê xetekî serbixwe xêz nekirin. Heta ku li Rojhilata Navîn xetekî serbixwe neyê xêzkirin, ji bo kurdan an jî gelên din xelasiyeke bitendurist nîne. Heke em cîhaneke cuda bixwazin, divê em xeteke ku aştiyê derdixe pêş derxînin pêş. Heta ku polîtîkayên şer bidomin, hêzên faşîst û milîtarîst ên li herêmê dê her tim komkujiyên xwînî bikin.”    ‘LI ROJHILATA NAVÎN ROLÊN NÛ TÊN DIYARKIRIN’    Sever, bal kişand ser serdana Victoria Nuland a Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev serdan di çarçoveya mekanîzmayên stratejîk de hate kirin. Gelemperî li ser mijara firotina F-16’an axivîn. Îxtîmale ku têkildarî Rojhilata Navîn û Rûsyayê ye. Rola Nuland, roleke şerker e. Li Rojhilata Navîn roleke nû didin Tirkiyeyê. Ji vê dixwazim vê bibêjim; nîqaş hene ku DYA ji Sûriye û Iraqê vekişe. Ji Tirkiyeyê dixwazin ku rola cendirmetiya Rojhilata Navîn bi eşkereyî nîşan bide. Jixwe hedefa Tirkiyeyê ew e ku li Rojhilata Navîn cih bigire. Bi taybet jî dixwaze petrola başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jiduhve razî ye. Dibe ku DYA pêşiya vê veke. Her wiha dibe ku ji Tirkiyeyê bixwazin ku li dijî Rûsyayê xwedî helwestekî zelal be. Lê di van şert û mercan mimkin nîne. Wisa xuya dike ku Tirkiye dê her du aliyan jî li dijî hev bi kar bîne û vê pozîsyona xwe biparêze.”    MA / Esra Solîn Dal