ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-30 09:00:06   * Girtiyên ku li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê di greva birçîbûnê de ne, peyama "Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin" dan û Parlamentera DEM'ê ya Mêrsînê Perîhan Kocayê jî got: "Ji bo aştiyê divê em bibin hevparê vî dengî."   * Wêneyê ku ji girtî Mûrat Aslan ê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê re hat şandin, bi hinceta "tê de ferdên malbatê tune ne" hat desteserkirin.   * Ji hezar û 330 paeêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan endamê OHD'ê Erhan Çîftçîler anî ziman ku daxwazên wan rewa ne û li dijî 'bêhuqûqiya mutleq' rabûne û got ku ger daxwazên wan pêk neyên dê welat winda bike.    * Ji parêzerên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê dan, endama OHD'ê Elîf Taşdogen diyar kir ku divê li dijî tecrîdê 'yek dengî' hebe.   * Rojnameger Aykan Sever diyar kir ku di hevdîtinên Astanayê de hemû rayedaran ji hev re derew kirine û bi biryaran nehatiye kirin. Sever, got ku li Rojhilata Navîn êdî statûya siyasî ya gelê kurd şert e.    *Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna 7’emîn a Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ku Sakîne Kultur qetil kiribû dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 30’emîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna Koma Jinan a Meclisê ya partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Ji bo namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran çalakiyên pêşwazîkirin û danasînê bên lidarxistin. (11.00-15.00)