Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye 2024-01-29 16:50:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobetên Edaletê destnîşan kirin ku heta digihin armanca xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Malbatên girtiyan ên li Wanê wiha gotin: “Êdî roj roja azadiyê ye. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”     Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin û 35 meh in agahî jê nayên girtin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kirin.   WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li Wanê hatiye destpêkirin di roja 56’an de didome. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê tê domandin û îro parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wanê Gulderen Varli, malbatên girtiyan ên li Erdîşê, şêniyên Taxa Altintepeyê û gelek kesan serdana nobetê kirin.      Dayika girtî, Azîze Çakir a di serdanê de axivî, bal kişand ser zextên li dijî girtiyan û wiha got: “Me weke gelê kurd xwe nû nas kir, ev yek jî bi saya Serok Ocalan pêk hat. Em êdî şer naxwazin.” Dayika girtî Şefîka Ekîncî jî xwest ku daxwazên girtiyan ên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ekîncî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em êdî naxwazin xwîn were rijandin. Li ser girtiyên me û birêz Ocalan zulm û zordarî heye. Heke birêz Ocalan azad bibe, girtiyên me jî dê azad bibin. Girtiyên me yên nexweş jî nayên dermankirin.” Bavê girtî, Salîh Ergun jî wiha axivî: “Ez tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Îro li hemû zîndanan tecrîd tê sepandin. Heta ku daxwaza girtiyan were bicihanîn û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin dê têkoşîna me bidome. Êdî roj roja me ye, êdî roj roja azadiyê ye. Dê dawî bêhempa be. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”   Çalakiya nobetê piştî axaftinan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    MÊRSÎN    Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya komeleyê di roja 57’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel jî tev li çalakiyê bû û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Çalakiya ku tevahiya rojê bi serdanan piştgiriya wê hate kirin, bi klamên ku dayikan gotin berdewam kir.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan hatiye destpêkirin de li avahiya DBP’a Bajêr di roja 23’yemîn de berdewam kir. Di nav kesên serdana çalakiyê kirin de dengbêj Hacerê jî cihê xwe girt. Dayika Aştiyê Ferha Akbûlût a di Nobeta Edaletê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan li ser hemû gelan tê sepandin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Akbûlût di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê tecrîd bê rakirin. Rê diyar e. Em azadî, aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Bila hemû dayik dest bidin hev du, em naxwazin xwîna kesî birije. Banga me ji hemû dayikan re heye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Bi şer û xwînê çareserî nabe. Çareserî bi diyalogê pêkane. Em dibêjin êdî bes e. Bila ev xwîn bisekine, tecrîd rabe.” Dayika Şirîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, Kadriye Keskîn jî anî ziman ku dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, hemû girtî bên berdan û got: “Em ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin.”   STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 47’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.     Serdanên ji bo çalakiyê berdewam in. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên  Girtî û Hikûmxwaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), erokê CHP’ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn û şandeya pê re jî hate serdana çalakiyê. Beşdaran, di serdanan de biryardariya xwe ya têkoşînê anîn ziman.