Rojnameger Alagaş hate berdan 2024-01-29 16:09:03 AMED - Rojnameger Sofya Alagaş ku li Amedê hatibû binçavkirin hate berdan.  Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş dema duh ji Sêrtê dihat Amedê, li navçeya Bismilê di rê de wesayîta wê hate sekinandin û hate binçavkirin. Hat zanîn ku Alagaş, di çarçoveya dosyaya bi dîroka 2011’an a ji hêla 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hatiye vekirin hate binçavkirin. Piştre jî birin Qereqola Sînanli ya navçeya Bismilê.    Hat zanîn ku di çarçoveya dosyaya sala 2011’an de ji bo îfadeyê biryara girtinê wê hatiye dayîn û ji ber ku ev biryar nehatiye rakirin jî hatiye binçavkirin. Alagaş ku îro birin Edliyeya Bismilê, piştî ewraqa ku Dozgeriya Stenbolê şandî hate berdan.