Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51 2024-01-29 15:40:48   STENBOL - Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê de hatine binçavkirin bû 51.    Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîayê ya li Sariyer a Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin û kesê bi navê Mûrat Cîhan hatibû kuştin. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişê de hatine binçavkirin derket 51’an.    JI BINÇAVKIRIYAN 23 JÊ DÊ BÊN DERSÎNORKIRIN    Di çarçoveya lêpirsînê de li gel êrişkaran A.K. ê ji Tacikistanê û D.T. yê ji Rûsyayê bi giştî 51 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin hemwelatiyên Tacikistan, Rûsya û Tirkiyeyê ne û ji gumanbaran 23 jê ji bo dersînorkirinê birin navendên paşveşandinê. Karûbarê 28 gumanbaran ê li emniyetê jî didome.