Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin 2024-01-28 16:41:41   AMED - Dibistana Marksîzmê ya Amedê bi sernavê “Hilbijartinên xwecihî û siyaseta kurd” pêşandana kursiyê serbest li dar xist.    Dibistana Marksîzmê ya Amedê bi mijara “Hilbijartinên Xwecihî û Siyaseta Kurd” çalakiya kursiya serbest li dar xist. Çalakî li Navenda Hunerê ya Mordemê hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Sînan Çîftyurek û gelek kes tev li bûn. Moderatoriya çalakiyê jî Edîp Polat kir.    'KURDISTAN HEJAR E’   Parlamenter Sînan Çîftyurek wiha got: “Bajarên me weke parçeyeke siyaseta şer pir zû mezin bûn. Vê yekê bi xwe re encamên erênî û neyînî anî. Çanda me ya kevneşop hinek ji rê derket. Ciwanên me bi awayekî fermî nebûn hemwelatiyên Kurdistanê. Lê bi saya înternetê bû hemwelatiyên cîhanê. Bêguman bi vê yekê re takekesîtî jî zêde pêş ket. Aliyên vê rewşê yên erênî û neyînî hene. Di nava civakê de krîzeke mezin a aboriyê heye. Bêkarî û xizanî li Stenbolê jî heye lê li Kurdistan du qet zêdetir e. Li gorî nexşeya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî tevahiya Kurdistanê hejar e.”    'DIVÊ BÊHTIR GIRÎNGIYÊ BIDIN DAXWAZÊN KURDÎ’    Çîftyurek diyar kir ku dewlet li gorî polîtîkaya tirk-îslamê tê birêvebirin û wiha domand: “Lê li Kurdistanê polîtîkaya kurd-îslamê di meriyetê de ye. Di polîtîkayên bi HUDA-PAR’ê re weke gavekî hilbijartinê derdikeve pêşiya me. Stratejiya AKP’ê ya ji bo vê hilbijartinê ew e ku li metrepolan bi ser keve û îktîdara navendî li herêman xurt bike. DEM Partî jî divê hilbijêrên xwe yên xeyîdin lê jê veneqetiyayîn dîsa qezenc bike. Ji bo vê jî divê girîngiyê bide tifaqa neteweyî û bêhtir guh bide daxwazên kurdî. Bi taybet jî di mijara daxwazan de gav tên avêtin."    Koordînatorê Dibistana Marksîzmê ya Amedê Şerefxan Cizîrî jî wiha got: “Ji ewil divê kurd di navbera xwe de tifaqê çêbikin. Her kes li gorî hêza xwe, di qada xwe de di şaredariyê de cih bigire û peywira xwe bi cih bîne. Heke em bi hev re nexebitin, em ê gelek pirsgirêkan bijîn. DEM Partî bi kê re tifaqê çêbike, divê ev tifaq veşarî nebe.”    Herî dawî jî beşdaran jî nêrînên xwe yên têkildarî stratejiya rêveberiyên herêmî anîn ziman.