Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome 2024-01-28 14:47:41   ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya bi mebesta piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome.    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 35 roj in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 27’ê Mijdarê de li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiyê du meh li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî re, di 25’ê çileyê de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê dihat domandin îro Rêxistina DEM Partiyê ya Mamakê dewr girt. Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û kesên ji Cemxaneya Fatma Anayê hatin serdana çalakvanan. Hat zanîn ku dê çalakî sibe tenê ji hêla jinan ve bê domandin.    ‘TECRÎD LI SER GELAN DIDOME’   Di çalakiyê de Husnuye Kat anî ziman ku tecrîd li ser tevahiya civakê tê domandin û wiha got: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û hevalên me yên girtî heye. Her wiha li ser tevahiya gelên li Tirkiye û Kurdistanê tê domandin. Tecrîd şer e, destdirêjî ye, tacîz e, komkujî ye. Divê tecrîd bê rakirin. Ji bo aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ev yek şert e.”    Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak jî diyar kir ku “tecrîd pirsgirêka wan teva ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şexsê birêz Ocalan de gel tê tecrîdkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Gelê kurd ji bo aştiyê hemû rêbazên demokratîk bi kar anî. Lê tu gav nehatin avêtin. Lewma dest bi greva birçîbûnê kir. Em tevahiya kesên li hundir û derve silav dikin. Em bi canên xwe yên ji bo aştiyê dibin çirayek re ne. Bi qasî ji dest dest tê em ê piştevaniyê mezintir bikin.”    Çalakiya greva birçîbûnê bi lawjeyênn nûnerên DAD’ê û stranan berdewam kir.