Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir 2024-01-28 13:22:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîya ya li Sariyerê êriş hate kirin û di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da.  Du kesên birûpoş bi çekan êrişî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîa ya li navçeya Sariyer a Stenbolê kirin. Li gorî nûçeya T24'ê; êrişkar ketin hundirê dêrê û êriş pêk anîn. Kesên li dêrê di dema êrişê de ji bo xwe biparêzin xwe li erdê dirêj kirin. Di dema êrişê de gule li serê kesekî ket û jiyana xwe ji dest da.    WEZÎR YERLÎKAYA DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî êrişê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da. Yerlîkaya got ku êriş saet derdora 11.40’an hatiye kirin û di êrişê de kesê bi navê C.T. ê tev li ayînê bûbû jiyana xwe ji dest daye.