Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha! 2024-01-28 10:40:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîs Bîlden ji bo tepsiyeke simîdan 100 TL da. Zarokê simîdfiroş ji Bîlden re got: “Bi 100 TL’an heqê simîdan dernakeve.”    Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Halîs Bîlden duh li bajar rastî zarokekê simîdfiroş hat. Bîlden got; “Yaw beriya ku we maç bikim ez ê piçek pere bidim” û ji bo tepsiyeke simîdan 100 TL da.    Zarokê simîdfiroş jî ji Bîlden re got: “Heqê simîdan bi 100 TL’an dernakeve.” Bîlden jî bersiv da zarok û got: “Tu 100 TL’an naecibînî.”    Bîlden, axaftina xwe ya bi zarokê simîdfiroş re li ser hesaba xwe ya X’ê bi sernavê “Tu naecibînî ha...)” parve kir.