Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin 2024-01-27 17:38:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû serdana Nobeta Edaletê kir û got: “Dewlet ji kurdan û girtiyan tolê hiltîne. Divê em têkoşîna xwe bidomînin, em ê vê faşîzmê teqez hilweşinin.”  Nobeta Edaletê ya di çarçoveya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. Kesên li gelek bajaran tev li nobetê dibin, peyamên mezinkirina rêkoşînê dan.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   ELEQEYA MEZIN A JI NOBETÊ RE   Çalakiya nobetê di roja 46’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya MATUHAY-DER’ê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Parlamenterê DEM Partiyê Çîçek Otlû, Xwîşka Mazlûm Dogan, Serap Mûtlû Dogan, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Beykoz, Uskudar, Umraniye, Sultanbeylî, Pendîk, Sariyer,Şîşlî yên Stenbolê û gelek welatî hatin serdana nobetê.    Nobeta Edaletê ya bi navberên 15 rojan, li cihên cuda dihat domandin, bi panela MATUHAYDER’ê ya li navçeya Sancaktepeyê, hate bidawîkirin. Moderatoriya panelê ji rêveberên MATUHAYDER’ê Abdullah Yildiz, çalakvan Fince Akman, Parlamentera DEM Partiyê Çîçêk Otlû û Parêzerê OHD’ê Ahmet Ozcan wek axiver cih girtin.    Di vekirina panele de xizma girtî Fînce Akman grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de dom dikin bi xist û got: “Divê hemû gel û dayik piştgirî û deng bidin vê çalakiyê. Çalakiya me gelek hêja ye. Ji ber wê divê em wek malbatên girtiyan, vê têkoşînê bi awayeke hevpar bidomînin.”    ‘DIVÊ EM BERZKIRINA DENGÊ WAN BIDOMÎNIN’   Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû dema dest bi axaftinê kir, kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyanan xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: “Dewlet dixwaza ji gelê kurd û girtiyan tolê hilîne. Li aliyekê tecrîda li girtîgeha kur dibe, li aliyê din hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Saziyên Edlî yên Tipê, bûne navendan mirinê. Tevî ku derbarê wan de ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ tê gotin, dîsa jî wan di girtîgehên de digirin, li aliyê din endamên Hîzbullahê berdidin. Divê em li dijî vê bêedaletî û cihêkariyê hêrs bibin. Divê em têkoşîna xwe û berzkirina dengê wan bidomînin.”   ‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’   Di berdewama axaftina xwe de Otlû anî ziman ku îro tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û wiha pê de çû: “Ev 35 meh in ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Dewlet dixwaze tolê ji gelê kurd hilîne. Dixwaze karker û kedkaran jî tecrîd bike, wan neçarê bîatê bike. Di serî de li girtîgehan tecrîdê da destpêkirin. Tecrîd tê wateya dûrxistinê. Ji bo ku ji têkoşînê paş bixe, tecrîdê disepîne. Divê em ser daxwazên malbatên xwe hur bibin. Li hundir tecrîdeke giran heye. Divê ewil çav û guhê me li Îmraliyê be, piştre jî li hemû girtîgehan be. Em dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, tenê nehêlin. Em ê teqez vê faşîzmê hilweşînin.”   'YEKANE DAXWAZA GIRTIYAN AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'    Ji Parêzerên OHD’ê Ahmet Ozcan jî da zanîn ku ew ji 27’ê mijdarê heya niha taybetî jî girtîgehên li Herêma Marmarayê şopandine. Ozcan destnîşan kir ku ew dora 20 girtîgehan de geriyane û derbarên wan de rapor girtine, ev tişt gotin: “Dema me di vê pêvajoyê de bi parlamenterên xwe re hevdîtinê li dar xist, tenê daxwazek girtiyan hebû, ew jî Abdullah Ocalan agahiyekê stendin û azadiya wî pêkanîn bû. Em dikarin bêjin ku piştî greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kir, binpêkirinê mafan jî zêde bûn.”    ‘DIVÊ BI ABDULLAH OCALAN RE DIYALOG BÊ DANÎN’    Ozcan, anî ziman ku tecrîd rêbazeke li dijî mafên mirovan e û bi bîr xist ku weke OHD di demekî nêzîk de di vê mijarê de serî li CPT’yê da. Ozcan, wiha domand: “Hemû serlêdan bi awayekî dijhiqûqî bêbersiv hatine hiştin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan ên bingehîn in. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Pêkhatina aştiyê di diyaloga bi birêz Abdullah Ocalan re pêkan e.”   Nobeta Edaletê dê ji sibê û şunde li avahiha Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrtê berdewam bike.    WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 54’yan de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Tûşbayê serdana nobetê kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Binbaşioglû axivî û ev tişt anî ziman: “Li dijî kurdan tim koletiyê ferz dikin, em jî dê li dijî vê yekê dest ji têkoşînê bernadin. Weke gel, divê em xwedî li rêhevalên xwe yên li zindanan û dayikan derbikevin. Divê her kes gumanên xwe dane aliyekê û di nava têkoşînê de cih bigire. Bila were zanîn ku azadiya Birêz Ocalan, azadiya me hemûyan e.   Aslihan Tîmûr a tev li nobetê bûye wiha axivî: “Divê tecrîd were şikandin. Em li vê derê edaletê digerin û divê heya 15’ê sibatê, her kesek rabe ser piya. Em li bende ne ku her kesek bi dayikên xwe ve piştevaniyê bidin.    ‘EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’   Namzeta Hevşareraiyê ya Tûşbayê ya DEM Partiyê Hanim Okkoş hat serdana çalakvanên nobetê û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexwêş ên giran, ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Pêdiviyên wan ên xwarinê û tenduristiyê nayên dayîn. Divê em xwedî li van hevrêyên xwe yên ku bedena xwe razandine mirinê, derbîkevin. Heke em piştevaniyê bikin hem em ê tecrîdê bişkînin, hem jî dê ji vî halê zextê xelas bibin. Gelê kurd ji destpêka dirokê li dijî van zextan li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dê têkoşîna me vê tecrîdê bişkîne.”   Nobet bi berzkirina diruşman domiya.   EDENE   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku ji hêla Dayikên Aştiyê tê domandin, bi serdana rêveber û endamên komeleyê, endamên DEM Partiyê berdewam dike. Dayik di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakvanan daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan kirin.     AMED    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 54’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya Lêkolinên Ziman u Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstituya Kurdî ya Amedê serdana nobetê kirin.   Rêveberên MED-DER’ê diyar kirin ku divê tecrîd li cîhanê were belavkirin û wiha got: “Em bawer dikin ku bi vê çalakiya dayikan dê tecrîda li ser girtiyên siyasî û Serokatiyê bê rakirin.” Malbatên di nobeta bi stranan dom kir de cih digirin diyar kirin ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.    Çalakî bi dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 55’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Dayika Aştiyê Şemsa Acar a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Em ji bo ku Serokê me azad bibe û tecrîd li ser giriyan rabe 55 roj in li vir rûdinin. Heta ku em hebin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   MÊRDÎN    Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareserî Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Gelek kesan serdana nobetê kirin. Beşdarvanan bi kesên nobetê digirin re stran gotin.