Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan 2024-01-27 17:16:03   STENBOL/ENQERE/WAN - ÎHD’ê û aktîvîstan bi çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên li Enqere, Stenbol û Wanê kirin, bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Devrîm Ayik, Eser Morsumbul û Hanîfe Arslan a 76 salî û xwestin bên berdan.    Bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li Stenbol, Enqere û Wanê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş hatin kirin bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Devrîm Ayik, Eser Morsumbul û Hanîfe Arslan a 76 salî.    JIYANA MORSUMBUL DI XETEREYÊ DE YE   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 618’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya şaxê pêk anîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Eser Morsumbul ê rapora wî ya ji sedî 70 astengdar e heye û li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Girtiyê nexweş Eser Morsumbul bila were berdan” hatin vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bila Eser Morsumbul were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Keça zanyarê kurd Apê Mûsa yên di 20’ê îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetilkirin, Rahşan Anter, parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li bûn.    Daxuyanî yek ji dilxwazên ÎHD’e Turker Demîrcî xwend. Demîrcî, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên li pêş başbûna girtiyên nexweş asteng e. Demîrcî, da zanîn ku rapora ji sedî 70 astengdariyê ya Eser Morsumbul heye û qala nexweşiyên wî û rewşa wî ya tenduristiyê kir.    ‘LI BER ÇAVAN TERKÎ MIRINÊ TÊ KIRIN’    Demîrcî, agahiyên birayê Morsumbûl ku di 25’ê çileyê pê re hevdîtin kiriye wiha parve kirin: “Kekê min ji ber aciz bûye di 19’ê çileyê rakirine nexweşxaneyê. Beriya wê 20 rojan jî ne di rewşeke ku bikare xwarin bixwe, ne avê vexwe û ne jî pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bîne de bû. Nedikarî laşê xwe bi tu awayî bikarbîne, dema anîne nexweşxaneyê derman jê re nivîsandine û şandine. Tu feydeyê dermanan çênebûye û roj bi roj xerabtir bûye. Ji ber vê yekê li nexwaneyê razandine. Ji 25’ê çileyê ve nikare çavên xwe veke, biaxive û pêdiviyên xwe bi cih bîne. Dayika min niha weke refaqetvana kekê min li cem wî dimîne û hewl dide lê binêre. Di rewşeke ku kekê min pêdiviya wî lênêrînê heye de nexweşxane difikire ku wî ji nexweşxaneyê derxîne. Bijîşkên wî dibêjin heta dawiya emrê xwe dê wiha be. Tê gotin ku heke Eser bi vî awayî vegere girtîgehê dê bimire. Li ber çavan terkî mirinê tê kirin. Ez dixwazim ku ji aliyê rayedaran ve demildest mudaxileyî vê yekê bê kirin.”   JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE   Demîrcî, da zanîn ku tevî 30 roj mane cezayê li Morsumbul hatiye birîn xelas bibe jî duh ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û şandine girtîgehê. Demîrcî herî dawî wiha got: “Tevî ku tê zanîn Morsumbul di şertên girtîgehê de nikare were dermankirin jî nayê berdan û mafê wî yê jiyanê di xetereyê de ye.”   HANÎFE ARSLAN 76 SALÎ YE   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Wanê jî têkildarî Hanîfe Arslan a 76 salî ku tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayê berdan û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniya li ber şaxa avahiyê hate dayîn de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin û wêneyên Hanîfe Arslan hatin hilgirtin. Endamê Lijneyê Rêveberiya ÎHD’ê Mehmet Salîh Coşkûn daxuyanî xwend.    ‘DIVÊ HANÎFE ARSLAN WERE BERDAN’     Coşkûn ê bal kişand ku Hanîfe Arslan nexweşa KOAH, mîde, diyabet, dil û tansiyona bilind e, qala rewşa wê ya tenduristiyê kir û xwest demildest were berdan.    ‘BILA GIRTÎGEH NEBIN MALÊN MIRINÊ’    Keça Hanîfe Arslanê, Reyhan Oren jî xwest ku dayika wê were berdan û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku girtîgeh nebin malên mirinê. Bila girîngiyê bidin maf û azadiya mirovan. Di vê bingehê de banga me ev e; Bila girtiyên nexweş û pîr bên azadkirin.”   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 490’emîn a çalakiyên xwe de li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê, endam û rêveberên DEM Partiya Enqereyê û Partiya Şoreşger û gelek kes beşdarî daxuyanî bûn.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa rojnamevan û girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin û qala nexweşiyên wî û rewşa wî ya tenduristiyê kir. Çevîrmen, da zanîn ku Ayik ji sedî 76 rapora astengdariyê ya Ayik heye. Çevîrmen, destnîşan kir ku ne pêkan e ku Ayik di girtîgehê de bimîne û xwest ku were berdan.