Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn 2024-01-27 14:06:00   STENBOL - Dayikên Şemiyê faîlên Cemal Akar ê beriya 31 salan di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên bahev, çalakiya xwe ya 983’emîn li dar xistin. Di çalakiya parazvanên mafên mirovan piştgirî dayê de malbatên windakiriyan bi qûrnefîl û wêneyên windakiriyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên Sekreterê Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) yê Erzînganê Cemal Akar ê di 23’yê sibata 1993’yan de li Erzînganê piştî ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin, bi îşkenceyê hate qetilkirin, pirsîn.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a di çalakiyê de metnê daxuyaniyê xwend, anî ziman ku ji bo faîlên Akar ê di sala 1993’yan de hatiye windakirin bipirsin hatine bahev. Keskîn bi bîr xist ku Akar di heman demê de endamê ÎHD’ê jî bû û çîroka wî vegot.    ‘EM Ê DEST JI PIRSÎNA FAÎLÊN WÎ BERNEDIN’    Keskîn, di salvegera 31’emîn a windakirina Akar de careke din bang li meqamên edlî û siyasî kir ku ji bo di dosyaya Akar de edalet pêk were peywîra xwe bi cih bînin û got: “Çiqasî di ser re derbas bibe jî em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Cemal Akar û ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin û em ê dest ji bibîrxistinê bernedin ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”