Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan 2024-01-26 18:18:33   ÎZMÎR - Notirvanên ku ji ber muzîka kurdî tundî li Ferhat Çelîk ê li navçeya Alîagayê kirin, gef li xwediyê kargeha Çelîk xwarin û xwestin ji kar bê avêtin.    Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di 3’yê Çileyê de welatiyê bi navê Ferhat Çelîk ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir rastî tundiya notirvanan hat. Çelîk li dijî tundiya notirvanan serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da. Piştre serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. Çelîk li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, der barê tundiya notirvanan de daxuyanî da. Rêveberên ÎHD'ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Çelîk anî ziman ku di 3'yê Çileyê saet di 9'ê êvarî de li rawestgeha ÎZBAN'ê jnotirvanan bi awayekî kêfî ew dane sekinandin û nasnameya wî li GBT'ê xistine. Çelîk anî ziman ku wî di rê de li stranên kurdî guhdarî kiriye û got: “Strana ku min lê guhdarî kir strana Şivan Perwer a bi navê ‘Bijî Kurdistan’ bû. Norivanan ji min re got, 'tu çima li vê muzîkê guhdarî dikî?' Min jî got ku guhdarîkirina muzîkê ne sûc e û muzîka kurdî ne qedexe ye. Gardiyanan ji min re got, 'Li vî welatî hûn nikarin muzîka bi vî rengî guhdarî bikin.' Min ji wan re got ku li vî welatî çawa ku li stranên îngilîzî, fransî û erebî tê guhdarîkirin, mirov dikare li stranên kurdî jî guhdarî bike. Li ser vê yekê 4 notirvan ez xistim odeyeke ÎZBANê û li wir li min xistin. Piştî derbkirinê destê min ji paş ve kelemçe kirin û ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Alîagayê. Notirvan û polîsên nexweşxaneyê bi min re ketin odeya muayeneyê. Ji ber ku min bertek nîşanî vê yekê da, li wir dîsa ji paş de destên min kelemçe kirin, ez li erdê dirêj kirim û li maşîneya tîmê siwar kirin û birin qereqolê."   Çelîk bilêv kir ku ew birine Midûriyeta Polîsan a Alîagayê û wiha got: “Ji min re kaxezek nivîsî anîn. Xwestin ez îmze bikim, lê min nekir. midûrê Şevê yê Midûriyeta Polîsan a Alîagayê û notirvanan hatin û bi devkî gotin 'Divê ez vê kaxizê îmze bikim, wekî din ez nikarim ji vir derkevim.' Lê dîsa jî min îmze nekir. Di saet 03.00’yan de ez berdam. Roja din dema ez çûm cihê kar, notirvanan ji xwediyê kar re gotine, 'Ferhat Çelîk terorîst e. Ew nikare li vir bixebite, heke bixebite, em ê berê xwe bidin we. Ji bo hûn li vir nemînin çi ji destê me bê em ê bikin.' Li ser vê yekê xwediyê kargehê ez ji kar derxistim û ez rastî vê neheqiyê hatim."    'KURDISTAN HEYE'   Çelîk anî ziman ku guhdarîkirina muzîka kurdî û kurdbûn ne sûc e û got ku gotina "Bijî Kurdistan" jî ne sûc e. Çelîk wiha axivî: “Serokkomarê vî welatî dibêje Kurdistan. Di dema Osmaniyan de erdnîgariya Kurdistanê hebû û heta em hebin wê Kurdistanê hebe. Li vî welatî biyanî li muzîka xwe guhdarî dikin, ez ê jî guhdar bikim. Li welatekî demokratîk ji xeynî jiyana biratiyê tu rêyeke din tune ye."   ÎHD: EM Ê BIŞOPÎNIN   Piştre Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuşê mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku Tirkiye xwedî avahiyeke kozmopolît e û ji hemû bawerî û mezheban gel bi hev re dijîn. Gumuşê got: “Mixabin axaftinên nijadperest bêceza dimînin. Ya rastî carina hinek sazî ji aliyê rayedarên dewletê ve tên pesinandin. Di jiyana rojane de kurd, elewî, penaber û LGBT+ bi her cure gotinên nefretê re rû bi rû ne. Em dizanin ku ev jî bê ceza dimîne. Wekî ÎHD'ê em gotinên nijadperest û êrişên fizîkî şermezar dikin. Em diyar dikin ku em ê bûyerê bişopînin da ku bê ceza nemîne."