Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man 2024-01-26 14:32:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê piştî êrişa li dijî qada gaza xwezayî hilberîn rawestiya, ji ber gaza ji bo santralên ceyranê diçe hate birîn, gelek mal bê ceyran man.    Duh bi şev li dijî qada gaza xwezayî ya Kor Morê ya li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê, bi balafirên bêmirov ên teqemenî barkirî êrişeke hewayî pêk hatibû. Piştî êrişê li qadê hilberîn ji bo demekê hate rawestandin, ji ber gaz ji bo santralên ceyranê naçe gelek mal bêceyran man.    Şîrketa enerjiyê Dana Gas ku navenda wê li Emîrtiyên Ereb ên Yekgirtî (BAE) ye bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrişê ji bo demekê li qadê hilberîn rawestandine. Wezareta Ceyranê ya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber hilberîna gazê hate rawestandin, hilberîna ceyranê jî hatiye rawestandin    Êrişa hatiye kirin heta niha tu kom an jî kesan negirtiye ser xwe.