Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye 2024-01-26 10:38:12   STENBOL - Ciwanên kurd û enternasyonalîst xwe ji “Rêwîtiya Azadiyê” ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan were destpêkirin amade dikin. Camîllo Torres ê kolombiyayî têkildarî rêwîtiyê de wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me ne sembolîk e, mijareke jiyanî ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî ya hêzên kurewî di 9’ê cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di 15’ê sibata 1999’an de jî anîn Tirkiyeyê. Komploya navneteweyî kete sala 25’an. Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Kampanyaya navnetewî ku li dijî agahî negirtinê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi çalakî û aktîvîteyên cûr bi cûr li çar aliyê Kurdistan û Ewropayê tê domandin. Gelên cîhanê di çarçoveya kampanyayê de di sala 25’emîn a komployê de lig elek bajarên Ewropayê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” meş dan destpêkirin.    Ciwanên kurd û enternasyonalîst jî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dê di 10’ê sibatê de “Rêwîtiya Azadiyê” bidin destpêkirin. Starta meşa ku di serî de Avûstralya, Almanya, Fransa û Ingilistanê ji gelek welatan bi tevlibûna ciwanan pêk were, dê ji bajarê Basel ê Swîsreyê û Mannheim ê Almanyayê bê dayîn. Meşa ku dê ji du baskan b, awayekî hemwext were destpêkirin, dê di 16’ê sibatê de heta bajarê Strasbourgê bidome. Ciwan dê di 17’ê sibatê tev li meşa ku bi heman daxwazê li Kolnê were lidarxistin bibin.    LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ JIYANÊ RAWESTÎNIN    Yek ji ciwanên enternasyonalîst Camîllo Torres ê kolombiyayî ku di komîteya amadekariyê de cih digire anî ziman ku armanca tecrîdê ew e ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were têkoşîn were bilindkirin e. Torres, destnîşan kir ku 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ev yek pirsgirêka herkesên daxwaza azadiyê dikin e. Torres, da zanîn ku ji bilî ciwanan, gelek sazî, rêxistinên sivîl ên civakî, jin û parazvanên mafên mirovan jî dê tev li bin û diyar kir ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin bi milyonan kesan. Torres, bi lêv kir ku piştî meşa dê li dar bixin, dê tev li meşa ku di 17’ê sibatê de li Kolnê were lidarxistin jî bibin û wiha got: “Em armanc dikin ku li Almanyayê jiyanê bisekinînin û herkesê tev li vê çalakiyê bikin.”   TÊKOŞÎNA LI DORA HEMAN PARADÎGMAYÊ    Torres, da zanîn ku di dema meşê de li cihên diçinê dê gelek aktîvîte û konferansan li dar bixin û anî ziman ku jin û ciwan dê paradigmaya Abdullah Ocalan nîqaş bikin û ji bo fikrên wî belavî cîhanê bidin dê xebatan bimeşînin. Torres, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev ne tenê meşeke, di heman demê de zemînek e ku gelên cuda, çand û zimanên cuda hev nas bikin, hêz bidin hev û li dora heman paradîgmayê têbikoşin. Di vê wateyê de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan me hemûyan li dora ekseneke bingehîn dike yek. Têkoşîna me bi vê meşa dirêj ne bi sînor e, heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were pêkanîn em ê li qadan bin. Em ê her roj di nava çalakî û têkoşîneke nû de bin.”   ‘KOMPLO JI HERKESÊ RE DARBE BÛ’    Torres, bal kişand ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de li Girava Îmraliyê tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ev darbe ne tenê li dijî gelê kurd an jî li beşên enternasyonalîst bû di heman demê de li her kesên ku aştî, demokrasî û jiyana azad a cîhanê dixwazin bû. Ev darbe ji aliyê hêzên hegemonîk ku NATO û hêzên navnetewî di nav de hate lidarxistin. Dewletên Ewropayê jî di nav vê komployê de cih digirin. Bi komployê re di serî de tevgera azadiya kurd hemû hêzên demokratîk tasfiyeyê armanc dikin. Sedemekî din jî ew e ku xwestin di kesayeta Abdullah Ocalan de gelê kurd teslîm bigirin. Lê belê bi saya berxwedana gel komplo hate pûçkirin.”   PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK    Torres da xuyakirin ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst daniye pêşiya xwe, ji bo hemû gelan şêweyekî jiyana alternatîf pêşkêş dike û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêka azadiyê ya her kesên dixwazin ji bilî modernîteya kapîtalîst jiyaneke azad a alternatîf ava bikin e.” Torres diyar kir ku fikra Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan li dijî krîza pergalê ya li cîhanê ‘tekane çare’ ye û wiha lê zêde kir: “Yekane kesê ku dikare şerê li Rojhilata Navîn rawestîne, Abdullah Ocalan e û fikra neteweya demokratîk e ku wî daniye holê. Ji ber vê yekê azadiya Abdullah Ocalan ji bo me ne pirsgirêkeke sembolîk e, pirsgirêkeke jiyanî ye.”   AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN    Torres bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser gelan û işaret bi krîza sîstemê ya ji aliyê dewletên netewe ve hatiye afirandin kir û gotinên xwe wiha dewam kir: “Em dibînin ku li tevahiya cîhanê zext, zordarî û şer heye. Pergala kapîtalîst bi meşandina şer li dijî gelan û kûrkirina sîstema mêtîngeriyê û xêzkirina xeteke dijwartir re dixwaze ji nava vê krîzê derkeve. Em êşa van êrişan li her derê cîhanê hîs dikin û dibînin. Bi taybetî di deh salên dawî de li dijî pergala kapîtalîst lêgerîna hêzên demokratîk heye. Ev tê xwestin bê astengkirin. Ev astengî ne tenê leşkerî di asta teorik, rêxistinî, civakî û çandî jî dibin. Bi taybetî qirkirina çandî bûye yek ji armanca bingehîn a kapîtalîzmê. Rêyek tê şopandin ku her kesî marjînal dike, ji hev vediqetîne û wan ji nasname, çand û zimanê xwe dûr dixe. Heke em destûrê bidin ku pergala kapîtalîst di van armancan de bi ser bikeve, em ê nikaribin pêşerojeke nû ava bikin.”   AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK A LI KURDISTANÊ     Torres diyar kir ku Abdullah Ocalan di nava gelan de sentezeke nû afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sentez û paradîgma ji bo me pêwîstiyek e. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi taybetî jî çareseriya pirsgirêka kurd stratejiyeke nû ya çareseriyê û sîstemeke nû danî pêşiya xwe. Ji bo ku ev stratejî bi encam bibe dibêje, divê pergaleke demokratîk, konfederal were afirandin. Avakirina Neteweya Demokratîk a li Kurdistanê dê ji bo Rojhilata Navîn jî bibe bêhnek. Em enternasyonalîst dixwazin ku ev belavî cîhanê bibe û ji ber vê yekê bi awayekî çalak weke perçeyekî vê têkoşînê hewl didin. Ji ber ku em dizanin yekane alternatîfa me ev e. Heke em bixwazin pêşerojekê bibînin, azadiya Abdullah Ocalan esas e.”   ‘HETA KU ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’    Torres, diyar kir ku têkoşîna azadiya kurd li Kurdistanê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ne kurd in lê ev ne tenê têkoşîna kurdan e. Em weke enternasyonalîstan amade ne û heta ku bigihin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê herkes tev li meşê bibe. Ya din jî em naxwazin ev meş wekî sembolîk û weke çend rojan bê dîtin. Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome. Hêz û hêviya me heye. Divê herkes bi vê hêvî û baweriyê tev li çalakiyê bibe û berxwedanê mezin bike.”   MA / Esra Solîn Dal