Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê 2024-01-26 10:00:43 RIHA - Abdullah Erîn ku di dema komkujiya li dijî malbata Şenyaşar de waliyê Rihayê bû, li Mêrdînê bû namzetê AKP’ê. Ferît Şenyaşar, têkildarî mijarê got: “Erîn beriya bibe namzet, bila bibe şahidê komkujiyê.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir û bi ser êrişê re 5 sal û 7 meh derbas bûn. AKP’iyan 10 roj beriya hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana 2018’an êrişî dikana malbata Şenyaşar kir û Celal, Adîl, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi kêr, çek û çoyan bi giranî birîndar kirin. Êriş, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî berdewam kir. Birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz li dikane di encama guleyeke ku nehat zanîn ji hêla kê ve hatiye avêtin ve birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Di vê navberê de xizmên Yildiz êrişî endamên malbata Şenyaşar ên li nexweşxaneyê dihatin tedawîkirin. Di êrişê de Celal û Adîl Şenyaşar li ber çavên xebatkarên cemaweriyê hatin qetilkirin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo biçe cem zarokên xwe hate nexweşxaneyê jî di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji hêla xizmên Yildiz ve li ber çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşar ve hate lîckirin û qetilkirin.   Di dema lînc û kuştinên li nexweşxaneyê de rayedarên dewletê jî li wir bûn. Yek ji van jî Waliyê Rihayê yê wê demê Abdullah Erîn bû ku Tayyîp Erdogan di 18’ê çileyê de weke namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nîşan da. Bi ser komkujiyê re 5 sal û 7 meh derbas bûn lê ne îfadeyê Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz ne jî yê Wezîrê Xurek Çandinî û Sewalkariyê Eşref Fakibaba nehatin girtin. Bûyer li pêş çavên Erîn qewimî bû û dema hêj walîtiya Rihayê dikir, bi biryarnameyeke ji hêla Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatiye îmzekirin veguhestin navendê û bû Sermifetîşê Milkiyeyê. Erîn, îro jî namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Tevî gelek bangawaziyên Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar jî xwe li bêdengiyê danî.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di komkujiyê de bi giranî birîndar bûbû, têkildarî rewşa dawî ya dozê û neaxaftina Erîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘ÎFADE NEHATIN GIRTIN’   Şenyaşar, diyar kir ku doza têkildarî komkujiyê di bin zexta siyasî de tê kirin û wiha got: “Beriya destpêkirina danişînan 8 dozger hatin guherandin. Ji ber ku dozgeran îradeyeke xurt raber nekirin, doz piştî 4 salan hate vekirin. Lê tevî kêmasiyan vebû. Li holê îdianameyeke alîgir heye. Bi sedan endamên hêzên ewlekariyê li nexweşxaneyê bûn. Îcar walî jî li wir bû. Ev tevek jî şahid bûn. Parêzerên me her carê xwestin ku li şahidan were guhdarîkirin. Lê bêyî hincetek were nîşandan, ev daxwaz hatin redkirin. Bi ser re 5 sal û 7 meh derbas bûn. Lê hêj jî îfade nehatine girtin.”    ‘BILA ERÎN TIŞTÊN DIZANE BIBÊJE’   Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku piştî komkujiyê sê caran bi Waliyê Rihayê Abdullah Erîn re hevdîtin kirine û wiha got: “Erîn, yek ji şahidên herî girîng ê komkujiyê ye. Di hevdîtinan de ji me re got; ‘erê ez şahidê bûyerê me. Min hewl da pêşiya komkujiyê bigirim. Min kirasê xwe çirand, min xwe li ber we kir mertal lê min tenê karî we xelas bikim.’ Me xwest li kesekê ev agahî li gel hene were guhdarîkirin. Lê ev daxwaza me tê redkirin. Bila were dadgehê û çi dîtibe bila vebêje. Bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Xwe ji bo kê kiriye mertal? Çawa nekarî pêşî li komkujiyê bigire? Bila bersiva van pirsan bide. Ev, mafê me yê qanûnî ye. Erîn, di pozîsyoneke ku rê li ber rastiyan digire de ye. Kî rê li ber rastiyan bigire, em heqê xwe lê helal nakin. Erîn li Mêrdînê bû namzetê partiya malbata ku komkujî pêk anî ye. Beriya namzetiyê, bila ji ewil bê dadgehê û tiştên dizane vebêje. Dayika min ev 6 sal in hêsiran dibarîne û yên bûne sedema vê bila bên dadgehê û tiştên dizanin bibêjin. Bila rastî derkevin holê, faîl bên darizandin û edalet pêk bê.”    NOBETA EDALETÊ   Di berdewamê de Şenyaşar destnîşan kir ku ji ber bicihnehatina edaletê wî û dayika xwe Emîne Şenyaşar di 14’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha pê de çû: “Nobeta me 846 rojan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ji bilî daraza ku divê edalet pêk bianiya, her kesî dengê me bihîst. Ji bo meqamên darazê dengê me bibihîsin, me Nobeta Edaletê di 27’ê tîrmeha 2023’yan de veguhest pêşiya Wezareta Dadê. Komkujî li pêş çavên her kesî hate kirin. Lê aliyê komkujiyê AKP bû lewma nehat ronîkirin. Heta ku ev komkujî tê ronîkirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi vê sedemê em çûn Enqereyê. Lê dayika min nexweş bû lewma me di roja 49’an de me navber da nobetê.”    ‘HER KESÊN BÛNE ASTENG ŞIRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE’    Şenyaşar, da zanîn ku dayika wî Emîne Şenyaşar di 18’ê çileyê de ji çavên xwe emeliyat bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê kesên bûne sedema vê tu carî efû nekin. Her kesên komkujî jinedîtî ve hatin, endamên darazê yên rê li ber bicihanîna peywirê digirin jî şirîkên vî sûcî ne. Tevî ewqas tiştan jî hêj jî me hêviya xwe winda nekiriye. Danişîna komkujiyê dê di 15’ê adarê de bê lidarxistin. Birayê min bi awayekî derhiqûqî 5 sal û 7 meh in dîlgirtî ye. Dema rewşa tenduristiyê ya dayika min baş bû, em ê dîsa vegerin Enqereyê û dest bi nobetê bikin. Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Ne tenê ji bo xwe, em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Li holê bêedaletiyeke mezin heye. Em dixwazin her kes piştevaniyê bide me.”    MA / Emrûllah Acar