Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin 2024-01-26 09:35:10   STENBOL - Ji îmzevanê deklerasyona "Em ji bo aştiyê bibin dengek" hunermend Ferhat Tûnç diyar kir ku divê fikarên têkildarî Abdullah Ocalan ji holê bên rakirin û got: "Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin."    Nivîskar, hunermend, muzîkjen, lîstikvan, dengbêj û ressam jî di nav de 571 kesan di 7'ê Çileyê de li Amedê û li Stenbolê deklarasyona "Em ji bo aştiyê bbin dengek" ragihandin. Di deklarasyonê de doza çareserkirina meseleya kurd, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna aştiya civakî hat kirin.    Ji îmzevanên deklarasyonê hunermend Ferhat Tûnç, têkildarî naveroka deklarasyonê û armanca wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Tûnç bi bîr xist ku ji sala 2019’an û vir ve ji ber dozên der barê wî de li derveyî welêt dijî û got ku tevî 5 salan jî hêviya xwe ya ji bo aştiya li Tirkiyeyê winda nekiriye. Tûnç anî ziman ku deklerasyona ku hatiye ragihandin di vî warî de xwedî wateyeke mezin e û got: “Ev daxuyanî bi rastî banga bilindkirina hêviyê ye. Ji ber ku li welatê me pirsgirêka kurd li benda çareseriyê ye. Şerê ku têkildarî vê pirsgirêkê didome, tevî encamên xwe yên hilweşîner li holê ye. Ji bo pêşîgirtina vê yekê pêdivî bi aqil û wijdaneke hevpar heye û diyalogê heye. Deklarasyona hat eşkerekirin jî bi awayekî aştiyane çareserkirina vê pirsgirêkê dihewîne."    DIVÊ FIKAR JI HOLÊ BÊN RAKIRIN    Tûnç da zanîn ku pirsgirêka kurd hemû gelên li welat dijîn bandor dike û di vî warî de encamên sosret rû dane. Tûnç got: “Îro ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Hikûmeta heyî û rayedarên dewletê yên heyî di pêvajoya çareseriyê de wekî nûnerê gelê kurd Ocalan esas girtin û hevdîtin pêk anîn. Ev yek li Tirkiyeyê bû sedema atmosfereke aramiyê. Ger pêvajoya çareseriyê berdewam bikira û gihaştiba encameke rast, şer, mirin dê çênebûna. Lewma divê fikarên têkildarî rewşa Abdullah Ocalan ji holê bên rakirin û pêvajoyeke nû bê destpêkirin."    Tûnç bal kişand ser bêdengiya gelek hunermendên xwe wekî muxalif didin der û got: “Li bendê ye ku hunermend li dijî neheqiyan rabe. Ji ber vê yekê divê hunermend nebin ehlê zilmê û wê temale nekin. Îro li welatê me zilmeke mezin heye. Rabûna li ber zilmê peywira sereke ya hunermandan e."    Tûnç diyar kir ku divê ev deklerasyon di warê çareseriyê de wekî destpêkekê bê dîtin û got: "Reçeteya krîzê demokrasî û diyalog e. Û ji bo aştiyeke mayind e ji destê kê çi tê divê bike."    MA / Îbrahîm Irmak