Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin 2024-01-26 09:27:06   ÎZMÎR - Mehmet Saît Yildirim ku 9 rojan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ma, 5 sal in bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Birayê wî Hasan Yildirim bal kişand ser tenduristiya birayê xwe û got ku li dijî birayê wî pêkanîneke taybet heye.    Pirsgirêkên tenduristiyê yên Mehmet Saît Yildirim ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê girtî ye, roj bi roj girantir dibin. Yildirim piştî anjiyoya li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê ku di 18'ê Kanûna 2023'yan de sewqî wê hatibû kirin, bi 3 rojan car din ew anîn girtîgehê û xistin hucreya yekkesî.    FERMANA WEZARETA DADÊ   Yildirim, di 5'ê Çileyê de hevdîtin bi parêzera xwe Fatma Demîrerê re kiriye û gotiye ji ber ku dê nikaribe bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne daxwazname daye Îdareya Girtîgehê û Dozgeriya Girtîgehê û rû bi rû hevdîtin kiriye. Yildirim piştî hevdîtina bi îdareyê re li benda rapora nexweşxaneyê ye. Tê gotin ku Yildirim bi fermana Wezareta Dadê di hucreya yekkesî de tê girtin.    RAPORÊN NEXWEŞXANEYÊ   Yildirim di sala 2015'an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber nexweşîna dil nabe ku "bi tena serê xwe bimîne." Di sala 2017'an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dîsa serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Odemîş a Îzmîrê da û û nexweşxaneyê got "mayina di hucreyê de ji bo wî nebaş e." Di sala 2018'an de vê carê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Vê nexweşxaneyê jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî. Fitiq, hîpertansyon, arterîosklerotîk KOAH, nexweşîna pişikê û nexweşîna demaran bi Yildirim re heye.    ‘BÊHIQÛQÎTÎ YE'   Parêzera Yildirim Fatma Demîrerê diyar kir ku di hucreya yekkesî de girtina muwekîlê wê ne hiqûqî ye û got: "Der barê vê mijarê de hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re hatin kirin. Nexweşiya dil a kronîk a muwekîla min heye. Gava tiştek bibe kesek tune ye mudaxile bike. Berdana wî ya bi şertî 25'ê Sibata 2025'an e. Lê di vê heyamê de di hucreyeke yekkesî de ragirtina wî ne wijdanî ye."    ÎMRALIYÊ BIBÎR XIST   Demîrerê bi bîr xist ku muwekîlê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tenê 9 rojan li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê maye û got: “Em dixwazin muwekîlê min demek berî demkê bê berdan. Em ê di rojên pêş de ji bo taloqkirina înfazê serlêdanê bikin. Hem temenê muwekîlê min mezin e hem jî nerihet e. Nexwînên wî yên kronîk hene, nikare bi tenê bimîne. Îdare tu belgeyan nade. Em nizanin bi qestî ye yan na. Ger nerihetiyek çêbibe, dibe ku bibe sedema encamine nebaş e. Ewlehiya muwekîlê min, mafê jiyanê û tenduristiya wî di berpirsyariya rêveberiyê de ye."   PÊKANÎNÊN KÊFÎ   Birayê Yildirim Hasan Yildirim jî diyar kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî birayê wî 5 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku ev ne hiqûqî ye. Yildirim anî ziman ku birayê wî ji ber ku li Îmraliyê maye bi muameleya taybet re rû bi rû ye û wiha got: "Hemû pirtûkên wî hatin desteserkirin. Pirtûka ku nivîsandibû jî nedan wî. Herî dawî xebateke wî ya pirtûkê hebû. Du lênûskên wî yên ku hemû nivîsên wî tê de hatind esteserkirin. Ez jî wekî birayê wî û wekî xizmekî wî vê dibêjim: 'Ev pêkanîn keyfî, neqanûnî û derqanûnî ne. Ez vê yekê qebûl nakim.'"   9 ROJAN LI ÎMRALIYÊ MA   Ji bo hevdîtinên aştiyê yên li Îmraliyê hatin kirin, li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "sekreteriya"ya ji 5 kesan pêkhatî hat avakirin. Yildirim di 15'ê Adara 2015'an de di vê sekreteryayê de cih girt. Yildirim piştî 9 rojan ji ber nexweşiya dil ji Girtîgeha Îmraliyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolüyê hat kirin. Yildirim ku ji sala 2018'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1'ê ya Kiriklarê di hucreya yekkesî de tê girtin, 29 sal in di girtîgehê de ye û tê payîn ku di 25'ê Sibata 2025'an de bê berdan.   MA / Delal Akyuz