Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe 2024-01-26 09:11:36   COLEMÊRG - Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî, wiha got: “Heke dewlet têkildarî aştiyê gavekê biavêje, ew rê di Îmraliyê re derbas dibe.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 35 meh in agahî nayên girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzer ji bo hevdîtinê dikin bi hinceta “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatine destpêkirin berdewam dikin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onûr Duşunmez têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û belav bûyî de nirxandin kirin. Duşunmez, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê zêdetirî 24 salan e pergaleke tecrîdê tê pêkanîn û anî ziman ku ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan paş ve gavê naavêje tecrîd roj bi roj girantir dibe.    ‘RÊYA ÇARESERIYÊ Û VÎN ÎMRALI YE’     Duşunmez, bi bîr xist ku bi milyonan mirovan bi gotina “Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye” bi awayekî aşkere vîna xwe diyar kiriye û wiha got: “Dewlet li bendê ye ku gel birêz Ocalan weke muxatab nebîne lê di asta em hatinê de birêz Ocalan nûnerê zêdetirî milyonan kesan e. Em dibêjin ku heke dewlet têkildarî aştiyê gavekê biavêje, rê û vîn di Îmraliyê re derbas dibin. Li dijî vê hewl didin tecrîdê kûrtir bikin û encamekê bi dest bixin. Lê tevî van hemû mudaxileyan jî nekarîn bi gelê ku xwedî li vîna xwe derdikeve bi paş ve gavê bidin avêtin. Heke dewlet têkildarî aştiyê gavê biavêje rêya çareseriyê û vîn li Îmraliyê ne.”   Duşunmez, pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015’an û rol û misyona Ocalan bi bîr xist û got: “Em bawer dikin ku bi perspektîfa ji Girava Îmraliyê derkeve dê aştî pêk were.”