Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin 2024-01-26 09:03:31 ERZIROM - Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş diyar kir ku îtîraza wan a li dijî “hilbijêrên gerok” a li Qereçobanê hatiye redkirin û wiha got: “Em ê bersiva pêwîst a li dijî van sepanên derhiqûqî li ser sindoqê bidin wan.”  Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Qereçoban a Erziromê bi 5 hezar û 417 dengan bi ser ket. AKP’ê jî 4 hezar û 154 deng stand. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê xurt e û dihat payîn ku li navçeyê teqez bi ser keve. Lê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, 320 hilbijêrên nû li navçeyê hatin veguhestin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li mala hejmar 14 a li ser Cadeya Gunduz a Taxa Hacilarê tenê 3 hilbijêr hebûn lê ev hejmar derket 257’an. Her wiha li avahiya hejmar 13 a li ser Cadeya Hastaneyê ya Taxa Hacilarê jî hilbijêrek qeydkirî bû lê niha ev hejmar derket 63’yan.    ‘POLÎS JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ ANÎNE NAVÇEYÊ’    Hat diyarkirin ku her du avahî jî avahiyên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qereçobanê ne. Rêxistina DEM Partiyê ya Qereçobanê jî li dijî vê rewşêli Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Lijneya hilbijartinê jî ev serlêdan bi hinceta “ji bo ewlehiya hilbijartinê û ya cemaweriyê hatine veguhestin” red kir. Di hinceta biryara xwe de lijneyê ev îdia kir: “Di lêkolîna têkildarî îtîraza behsa xeberê de derket holê ku veguhestineke derusûlî nîne. Tenê ji bo ewlehiya hilbijartinê û di çarçoveya tevdîran de hatine veguhestin. Personelên behsa xeberê li navçeya Qereçobanê hatine peywirdarkirin. Ji ber ku mafê wan ê dengdayînê heye, navnîşanên wan li emniyet û cendirmeyên navçeyê hatine qeydkirin.”    HEWLDANÊN ÎKTÎDARÊ   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Erziromê Ramazan Karakaş têkildarî veguhestina hilbijêran û îtîrazê axivî û got ku biryara hatiye dayîn derhiqûqî ye. Karakaş, wiha domand: “Îktîdara AKP’ê çima tenê li bajarên Kurdistanê wiha dike? Li her bajarê Kurdistanê DEM Partî li pêş e. Ya ku li dijî îktîdarê derdikeve û xeletiyên wê dibêje jî DEM Partî ye. Îktîdar hewl dide li Kurdistanê pêşiya DEM Partiyê bigire.”    ‘AKP HEWL DIDE HEBÛNA XWE BIPARÊZE’    Karakaş, anî ziman ku AKP hewl dide li bajarên Kurdistanê bikeve pêşiya DEM Partiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dê ev hewldana wê bi ser nekeve. Hewl dide li bajarên Kurdistanê hebûna xwe biparêze. Lê dê AKP li her deverên Kurdistanê tenê weke partiyeke tabelayê bimîne. Hilbijêran bi awayekî derhiqûqî vediguhêze û îtîrazan red dike. Pêvajoya îtîrazê bi dawî dibe. Dê gelê me li ser sindoqê bersiva pêwîst bide van sepanên derhiqûqî.”