Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn 2024-01-26 08:57:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kastamonuyê otobûseke rêwiyan wergeriya nava zeviyê û li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.    Otobûseke rêwiyan li navçeya Taikopru ya Kastamonuyê ji kontrolê derket û wergeriya nav zeviyê. Li gorî agahiyên destpêkê; di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Gelek leşker, endamên agirkujiyê û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.