Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn 2024-01-25 22:22:52   ŞIRNEX - Namzetên mêr ên hevşaredariyên li bajarokên Dêrgulê, Gundikê Melê û Deşta Darê yên Şirnexê hatin diyar bûn. Namzetên hevşaredariyê yên jin wê dawiyê bên diyarkirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji bo diyarkirina hevşaredarên 3 bajarokên Şirnexê pêşhilbijartin li dar xist. Li bajarokên Dêrgulê û Gundikê Melê yên navenda Şirnexê û Deşta Darê yê Hezexê pêşhilbijartinên hatin lidarxistin.   Di pêşhilbijartinan de li bajarokê Dêrgûlê Ferît Altuç, li bajarokê Gundikê Melê Asker Gunduz û li bajarokê Deşta Darê jî Fahrettin Akman hatin hilbijartin.   Namzetên hevşaredariyê yên jin wê dawiyê bên diyarkirin.