Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin! 2024-01-25 18:14:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê re kirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji CPT xwestiye ku bi lez heyetekê bişînin Îmraliyê.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li saziyên Yekîtiya Ewropayê hin hevdîtin kirin û bi rayedarên CPT re jî rûniştin. Ji parêzerên ku tevli hevdîtinê bûn Îbrahîm Bîlmez piştî hevdîtina vê pêncşemê got: "Ji sala 1999'an û vir ve gava em firsendê dibînin bi rêk û pêk hevdîtinê bi CPT re dikin. Dema ku hevdîtinê nakin jî sê, çar mehan carekê li ser rewşa li Îmraliyê em raporê didin CPT. Hevdîtinek di vê çarçoveyê de bû."   Bîlmez got: "Têkildarî rewşa li Îmraliyê me rewşa dawî ya ji aliyê xwe ve ji wan re ragihand. Me diyar kr ku nêzî sê sal in em nikarin bi ti awayî agahiyê werbigirin, ev yek ji bo me û gelê Kurd cihê fikaran e û bandoreke neyînî li civaka Tirkiyeyê dike. Me daxwazên xwe ragihandin. Me diyar kirin ku li ser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan û muwekîlên me yên li wê derê agahiya me nîne. Û me ji CPT xwest ku rapora xwe ya li ser serdana dawî eşkere bike."   DIVÊ CPT SERDANEKE LEZGÎN PÊK BÎNE   Parêzer Îbrahîm Bîlmez got: "Her wiha me xwest ku li gel eşkerekirina rapora li ser serdana dawî, ji bo meseleya rewşa tenduristiyê CPT bi lez serdana Tirkiyeyê bike. Ji ber ku wernegirtina agahiyan mirovan dixe nava fikaran."   Têkildarî bersiva CPT jî Îbrahîm Bîlmez got: "Wan li me guhdarî kirin, daxwazên me not kirin û diyar kirin ku ew ê bi endamên din ên komîteyê re parve bikin."